Ji nivîskar Gretchen Dutschke-Klotz ji bo Abdullah Ocalan peyama destekê

Nivîskar Gretchen Dutschke-Klotz, ji bo Banga Aştî û Çareseriya Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, destek da. Nivîskar Gretchen got ku “Têkoşîna we îlham dide me tevan.”

Navenda Nûçeyan - Nivîskar û aktîvîsta Alman-Emrîkî Gretchen Dutschke-Klotz,  ji bo Banga Aştî û Çareseriya Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyama piştgiriyê da.

Gretchen li Rojavayê Almanyayê di sala 1968’an de bi hevjînê xwe Rudi Dutschke re pêşengiya Tevgera Xwendekarên Ciwan (SDS) kir. Her wiha endama çalak a muxalefeta derveyî parlamentoyê ya Komara Federal e.

Divê hemû astengî bên rakirin’

Gretchen Dutschke Klotz, di peyama desteka ku ji bo Abdullah Ocalan aşkera kir de wiha dibêje:

“Pêvajoya hevdîtinên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komara Tirkiyeyê de, li gor min girîng e. Vîna gelê Kurd a di jiyana hevpar û civaka demokratîk de, pîroz dikim. Pêwîst e ku hemû astengiyên li pêşiya tevlîbûna çalak a gelê Kurd a li siyaseta demokratîk, bên rakirin. Di navbera gelan de pêwîst e yekbûnek aştiyane û bi dildarî bê avakirin. Têkoşîna we ya ku wekheviya zayendparêziya civakî û ekolojiyê girîng dibîne, îlham dide me. Hêvîdar im hewldanên Ocalan vala neçin. Çi dibe ew dizane, divê ev derfet bê bikaranîn. Lewma jî li gor min ev pir baş e. Ji ber ku dikare pêşengiya demokratîkbûna Tirkiyê bike, tewar a Sûriyeyê jî. Hêviyên me yên ji bo van welatan jî, wiha ne. Ev ji bo demokratîkbûna wan jî derfetek e.”