‘Li Sûriyeyê di 24 seatan de 4 jê zarok 10 kes hatin qetilkirin’
SOHR’ê ragihand ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 10 kes hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de bi kêmanî 10 kes hatine kuştin.
SOHR’ê diyar kir ku li bajarokê Zebletanî yê Şamê zarokeke keçîn(3) ku beriya hefteyekê hatibû revandin, kuştî hat dîtin.
Li bajarê Hemayê leşkerekî "Firqeya 4’an" ya girêdayî rejîma berê di êrişa çekdarên nenas de hat kuştin, li gundewarê Tertûsê jî ciwanek berê hatibû revandin, kuştî hat dîtin.
Li gorî SOHR’ê li Dêrazorê zarokek ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da, li Meskena ya gundewarê Helebê jî zarokek bi heman awayî jiyana xwe ji dest da.
SOHR’ê da zanîn ku li gundewarê Humsê jî komeke çekdar ku li motorsîklêtê bû, gule li sivîlekî reşand û wî qetil kir. Li gundewarê Idlibê jî endamekî hêzên ewlehiyê yên desthilata Şamê hat kuştin.
Hate diyarkirin ku li devera Sifêra ya gundewarê Helebê jî leşkerekî berê yê rejîma Baas’ê hat kuştin, li bajarê Helebê jî alîkarekî yekemîn a "Ewlehiya dewletê" ya rejîma berê hat kuştin. Hat zanîn li Eşarayê jî zarokek di encama teqandina çekan ku jêdera wê nehat zanîn, hat kuştin.