Êrîşên Îsraîlê didomin: Xizmetên tendirustiyê rawestiyan

Îsraîl li Zîvala Xezayê êrîşên xwe yên li dijî jin û zarokan didomîne. Di encama êrîşan de di nava 24 saetan de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane, di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku pergala tenduristiyê li ber hilweşînê ye.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li dijî Zîvala Xezayê didome, Îsraîl di rojên dawî de êrîşên bejahî zêde kirine û êrîşên xwe yên li dijî sivîlan didomîne.

Li Xezayê çavkaniyên tenduristiyê ragihandin ku tîmên parastina sivîl di bin xirbeyên herêmê de ku artêşa Îsraîlê kiriye hedefa xebatên lêgerîn û rizgariyê didomînin. Di êrîşa Îsraîlê ya li dijî du avahiyên li bajarokê Cibaliye yê li bakurê Zivala Xezayê de di nav de zarok 12 kesan jiyana xwe ji dest dane. Agahiya ku di êrîşa li dijî mala li bajarê Deyr el-Belah ku di beşa navend a Xeza de cih digre 1 jê pitik 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 10 kes jî birîndar bûne hat parvekirin. Di heman demê de hat destnîşankirin ku li Xan Yûnusê di encama êrîşa Îsraîlê ya li dijî avahiya malbata el-Masrî de 4 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes birîndar bûn û di bin xirbeyan de mane. 

‘Pergala tenduristiyê ji xala hilweşînê derbas kir’

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus têkildarî êrîşên Îsraîlê bi dijwarî li ser Xezayê didomin, êrîşên bejahî û daxwazên nû yên tehliyeyê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniyê de diyar kir ku pergala tenduristiyê xala hişweşînê derbas kiriye. Her wiha diyar kir ku nexweşxaneya Endonezya, nexweşxaneya Kemal Adwan, nexweşxaneya El-Awda, 3 ocaxên tenduristiyê û 4 xalên tenduristiyê li herêma tehliyeya ku 20’ê Gulanê hate ragihandin mane. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 2 nexweşxaneyên din, 4 ocaxên tenduristiyê û 6 xalên tenduristiyê jî dûrî kîlometreyek ji vê qadê mane û got: “Ji ber êrîşên nêzî nexweşxaneya Kemal Adwan û panîka di navbera nexweş û personelan de, niha ji derveyî xizmetê ye, di tesîsê de nexweş nemane. Li derdora nexweşxaneya Endonezya ku kes nikare xwe bigihîne lêşker hene. Nexweşxaneya El- Avde ku li bakurê Xeza xizmetê dide, ji ber kêmaniya ewlehî û qedexeyan, teng bûye û di bin xeteriya girtinê de ye.”

WHO: Divê nexweşxane neyên hedefgirtin

Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hat kirin ku nexweşxaneya Xeza-Ewropa ku li başûrê Xeza û qadên din ên tenduristiyê li herêmên ku di 19’ê Gulanê de ragihandina tehliyeyê hat kirin mane, nexweşxaneya Nasir, nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê, 5 ocaxên tenduristiyê û 17 xalên tenuristiyê ji vê qadê bi qasî kîlometreyek de cih digre. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser bandora hebûna leşkeran û got: “Xwegihandina lênêrîna nexweşan û WHO’yê careke din nexweşxaneyan bixe meriyetê tê astegkirin. Ji ber vê rewşê dibe ku nexweşxane ji xizmetê derbikevin. Me vê rewşê gelek caran dît. Divê êdî ev rewş dubare nebe. WHO daxwaz dike ku demildest xizmetên tenduristiyê bên parastin. Divê nexweşxane tu caran neyên hedefgirtin. Divê agirbest pêk were.”

Alîkarî nagihîjin

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric di civîna rojane ya çapemeniyê de têkildarî alîkariyên tên Xezayê axivî. Berdevk di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hinek tirên malzemeyên pêwîstiyên bingehîn dibin ketine Xezayê lê belê alîkarî birine depoyên NY û nehatine belavkirin. Di daxuyaniyê de xwest ku ji bo alîkariyê belav bikin ewlehiya hundirin pêk were.

Îsraîl bênavber êrîş dike

Artêşa Îsraîlê li Zîvala Xezayê piştî agirbesta ku di 19’ê Çileyê de ket meriyetî, sibeha 18’ê Adarê êrîşên xwe yên dijwar careke din da destpêkirin. Ji ber van êrîşan piranî pîr, jin û zarok 3 hezar û 427 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, 9 hezar û 647 kes jî birîndar bûn. Hejmara Filistîniyên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 53 hezar û 573’an, hejmara birîndaran jî bû 12 hezar û 688