Efrîniyan berxwedanê bi xwe re birin: Hêviya me ya vegerê heye
Koçberên Efrînî, tevî ku rastî êrîşên dagirkeriyê hatin û koç kirin jî, berxwedana xwe jî bi xwe re birin cihên ku çûn. Jinên Efrînî anîn ziman ku hêviya wan a vegera li axa xwe heye û bal kişandin ser girîngiya piştevaniyê.

YUSRA AL-EHMED
Reqa – Di sala 2018’an de bajarê Efrîna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin. Gel piştî dagirkeriyê neçar ma koç bike û berê xwe da Şehbayê. Di Mijdara 2024’an de Heyet Tahrîr El-Şam (HTŞ) a cîhadîst a ku rêxistina çeteyî ye, berê xwe da Helebê û kontrola bajêr girt destê xwe. Piştre çeteyên SMO’yê ku HTŞ û dewleta Tirk destek didin wan, êrîşî Şehbayê kirin. Piştî vê êrîşê Efrînî cara duyemîn neçar man koç bikin û li herêmên bi ewle yên Rêveberiya Xweser hatin bicîhkirin.
Jinên Efrînî ku neçar man ji Şehbayê koçî Reqayê bikin, diyar kirin ku vegerin ser axa xwe û berxwedana xwe didomînin.
Berxwedanê bi xwe re birin
Aras Şukru Alî yek ji wan kesan e ku ji Efrînê koçî Şehbayê, piştre jî koçî Reqayê kirine, anî ziman ku bi ku de çûne, berxwedanê bi xwe re birine û wiha got: “Di sala 2018’an de Tirkan li hember Efrînê dest bi êrîşek gelek wehşî kirin. Gelê Efrînê berxwedanek mezin a ku 58 roj berdewam kir, nîşan da. Lê di encama balafirên şer ên Tirkan û firokên bê mirov de komkujiyên mezin çêbûn û gelek malbatan jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê me koçî Şehbayê kir. Lê belê li wir jî nehiştin em bisitirin, em dîsa rastî êrîşê hatin lewma em hatin Reqayê. Li hember êrîşên li ser Bendava Tişrînê, ji bo ku destekê bidim Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê, beşdarî çalakiyên li derdora bendavê bûm. Mezin biçûk, jin û mêr herkes, ji bo protestokirina êrîşan li wir bû.”
Aras Şukru Alî bibîr xist ku li Bendava Tişrînê bi bedêlên mezin serkeftinê bidest xistine. Aras diyar kir ku ewê heta vegera li axa xwe, berxwedana xwe bidomînin. Aras wiha got: “Hêviya me jinan heye ku em bi awayek bi ewle vegerin Efrînê. Em dixwazin ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, bidawî bibe, aştî û aramî pêk bê. Em naxwazin êdî koç û ruxandinek zêdetir çêbe.”
‘Emê heta dawî liberxwe bidin’
Jina bi navê Sîham Salameh a ji Efrînê koç kiriye jî, da zanîn ku di her rêyek koçberiyê de rastî êrîş û bombebaranên dewleta Tirk hatine û wiha got: “Her ku me koç kir, em bûn hedefa roketên leşkerên Tirk û topên wan. Êş û azarên me neqediyan. Lê tevî hemû tengasiyan jî, me liberxwe da. Emê heta dawî liberxwe bidin û axa xwe rizgar bikin. Berxwedana me, ji bo dagirkirin û êrîşên Tirkan bersivek e.”
Sîham Salameh, da zanîn ku ew jî beşdarî berxwedana Bendava Tişrînê bûye. Sîham got ku gelê sivîl bûye hedef, lê dîsa jî ji 100 rojan zêdetir berxwedan berdewam kiriye. Sîham diyar kir ku bi vê berxwedanê, planên guhertina demografîk ên dewleta Tirk û hewldanên wê yên ruxandinê, pûç kirine. Sîham destnîşan kir ku her pêşketinek ji bo bidawîkirina şerê li herêmê, hêviya wan a vegerê mezin dike.