Serokwekîlên Koma DEM Partiyê eşkere bûn

Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî bûn Cîgirên Serokê Koma DEM'ê.

Enqere- Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) civîna Koma Meclîsê li avahiya navenda partiyê ji çapemeniyê re girtî li dar xist û serokwekîlên koma partiya xwe diyar kir.

Di encama civînê de parlamentera Qersê ya DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û parlamenterê Mûşê Sezaî Temellî bûn serokwekîlên Koma DEM Partiyê.