Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê Îman El-Huseyîn pîroz kir
Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanî, rojnamevan Îman El-Huseyîn ji ber girtina Xelata Medyayê ya IGAD’ê bi nûçeya lêkolîna derbarê rewşa jinên koçber ên Sûdanî girt, pîroz kir.
Sûdan - 4’emîn Xelatên Medyayê yên IGAD (2026) ku li bajarê Kampala yê Ugandayê hat lidarxistin, armanc dike ku rojnamegeriya berpirsiyar û mirovî bi rêzgirtina destkeftiyên rojnamegeriyê û çîrokbêjiya dîjîtal a balê dikşîne ser koçberî û koçberiya bi zorê, bi pêş bixin.
Sendîkayê rojnamevan pîroz kir
Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê rojnamevan Îman El-Huseyîn ji ber girtina Xelata Medyayê ya IGAD’ê ya 2026’an bi nûçeya lêkolînê ya bi sernavê ‘Karkerên jin ên di navbera bê parastinî û kedxwariyê de asê mane: Jinên penaber ên Sûdanî li Misrê û têkoşîna wan a ji bo jiyanê’ pîroz kir.
Sendîkayê di daxuyaniyê de diyar kir ku ev serkeftin, encama xebata meydanî û rojnamegeriya lêkolînî ya wêrek bûye. Nûçeya mijara gotinê êşa jinên penaber ên Sûdanî li Misrê, mijarên mirovî yên pir hesas û lawaziyên aborî, civakî û yasayî yên ku ew di lêgerîna xwe ya ewlehî û rûmetê de bi wan re rûbirû dimînin, radixe ber çavan.
Rojnamevanên Sûdanê di teyîsîna rastiyê de roleke girîng dilîzin
Sendîkayê da zanîn ku rojnamevanên Sûdanî di teyîsîna pirsgirêk û zehmetiyên ku welatiyên wan di nava şerê berdewam de bi wan re rûbirû dimînin de roleke girîng dilîzin. Rojnamevan ji bo ragihandina rastiyê, belgekirina êşên sivîlan û gihandina rastiyê ji bo temaşevanên herêmî û navnetewî rîskên mezin digrin û di çeperên herî pêş de ne.
Sendîkayê bal kişand ser rola girîng a rojnamevanên serbixwe di belgekirina bandorên mirovî yên şer de hat destnîşankirin ku bi şahidiya wêranî, koçberî û binpêkirinên mafên mirovan, rojnamevan trajediya ji hêla kesên koçber û penaberan ve tê jiyîn tomar dikin. Di heman demê de çîrokên berxwedanê di şert û mercên pir dijwar de ronî dikin.
Rojnamegerî stûneke bingehîn e
Sendîkayê bal kişand ser girîngiya rojnamegeriyê di şer, pevçûn û pêvajoyên avakirina dewletê de, rojnamegeriyê wekî stûneke bingehîn ji bo aştî û edaleta veguhêz, riya hesabpirsîna rayedaran, garantiya mafê agahdariyê û katalîzatorek di avakirina civakek demokratîk de ku li ser bingeha serdestiya hiqûqê, pirrengî û azadiya derbirînê ye, pênase kir. Sendîkayê destnîşan kir ku rojnamegeriya azad û berpirsiyar kevirê bingehîn ê her projeyek avakirina netew-dewletê ye.
Sendîkayê di dawiya daxuyaniya xwe de anî ziman ku xelata rojnamevan Îman El-Huseyîn girtiye, ji bo hemû rojnamevanên Sûdanî cihê serbilindiyê ye û ji ber vê serkeftinê ew pîroz kir.