Werzişvanên jin ên Îranî li Koreya Başûr 3 madalya wergirtin
Werzişvanên jin ên Îranî, di Şampiyoniya Cîhanî ya Tekwando ya Kesên astengdar ku li Koreya Başûr hate lidarxistin de, 2 madalyayên zêr û madalyayek zîv bi dest xistin. Pêşbirkên di şampiyoniyê de berdewam dikin.
Navenda Nûçeyan – Werzişvana astengdar a tekwando ya Îranî Meryem Ebdullahpour, di 11’emîn di Şampiyoniya Cîhanî ya Tekwando ya Kesên Astengdar ku li Koreya Başûr hate lidarxistin de, madalyaya zêr bi dest xist. Meryem Ebdullahpour, di fînala kategoriya K44 a di bin 57 kg de, bi têkbirina Silvana Mayara Cardoso Fernandes a Brezîlyayî bû şampiyona cîhanê. Di heman kategoriya giraniyê de Gamze Ozcan a ji Tirkiyeyê û Sophie Cauzeran a ji Fransayê madalyaya bronz bi dest xistin.
Berê jî Aylar Jami di kategoriya di bin 47 kg de bi têkbirina Nawal Larif ê Fasî madalyaya zêr bi dest xistibû. Zahra Rehîmî jî di fînala kategoriya di bin 52 kg de Yuji Li ya Çînî têk bit û madalyaya zîv bi dest xist. Bi vî awayî, werzişvanên jin ên Îranî heta niha di şampiyoniyê de du madalyayên zêr û madalyayek zîv bi dest xistin.
Şampiyoniya Cîhanî ya Tekwando ya Kesên Astengdar, di navbera 20-22’ê Mijdarê de li Muju ya Koreya Başûr tê lidarxistin. Pêşbirkên jinan dê roja Yekşemê, bi pêşbirkên kategoriya di bin 65 kg de berdewam bike.