Platforam Yekîtiya Jinên Kurd encamnameya civîna xwe parve kir

Platforma Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd, encamnameya civîna xwe ya duh ku bi beşdariya jinên ji her çar aliyên Kurdistanê hat lidarxistin parve kir. Di civînê de bal hat kişandin ser yekîtiya netewî.

Navenda Nûçeyan - Roja 20’ê Mijdarê li Silêmaniyê civîna Platforma Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd bi beşdariya nûnerên jinên her çar parçeyên Kurdistanê, kesayetên siyasî, çalakvan û nûnerên rêxistinên jinan, bi armanca gotûbêjkirin û parvekirina nêrînên der barê pirsgirêkên jinan, geşedanên dawî û rewşa siyasî ya herêmê de hat lidarxistin. Her wiha xebata ji bo xurtkirina yekîtiya netewî ya jinên Kurd û amadekariyên Sêyemîn Kongreya Netewî ya Jinên Kurd mijarên bingehîn bûn.

Civîn piştî nîqaş û nirxandinên têr û tijî duh bi şev bi dawî bû. Encamnameya civînê îro bi raya giştî re hate parvekirin.

Encamname wiha ye:

“Ji bo raya giştî ya Kurdistan û cîhanê, hemû hêz û aliyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û dezgehên ragihandinê:

Di qonaxeke hestiyar û dîrokî de ku herêm û Kurdistan tê de ne, bi mebesta bihêzkirina yekîtiya netewî, parastina destkeftiyan, rûbirûbûna astengiyan û derbaskirina qeyranan li ser asta hemû beşên Kurdistanê, civîna platforma me li bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin. Piştî gotûbêjeke berpirsyarane û hemû aliyan, beşdaran tekezî li ser van helwest û pêşniyarên li jêr kirin:

1. Em piştgiriyê didin parastina qewareya destûrî ya Herêma Federal a Kurdistanê û em ji bo yekîtiya gelê Kurd û vegera li zimanê diyalogê û sindoqên dengdanê wekî tekane riya çareserkirina pirsgirêk û qeyranên navxweyî kar dikin.

2. Em bi tu awayî nabin beşek ji perçekirina Herêma Kurdistanê; dijberî wê em piştgiriyê didin avakirina hikûmeteke yekgirtî ya demokratîk a berfireh li ser bingeha hevpariya rastîn û mafê hemwelatîbûnê.

3. Em piştgiriyê didin parastin û bihêzkirina sîstema Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê wekî platformek ji bo misogerkirina mafên hemû netew û pêkhateyan.

4. Em piştgiriyê didin destpêşxeriyên çareseriya demokratîk û bersivdayîna daxwazên gelê Kurd li hemû beş û herêman û em bang li civaka demokratîk û hemû hêz û aliyan dikin ku piştgiriya pêvajoya çareseriyê li Bakurê Kurdistanê bikin.

5. Helwesta me der barê rewşa Rojhilatê Kurdistanê de zelal e û naguhere; îsal li seranserê Îranê zêdetirî 700 kes hatine girtin û darvekirin. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku platform xwedî helwesteke zelal û lezgîn be ji bo rawestandina wan cezayan û parastina jiyana mirovan.

6. Em tekezî li ser girîngiya hevahengî û karên hevbeş ligel partiyên siyasî, kom û rêxistinan dikin.

7. Em bi tundî li dijî jinkujî, xweşewitandin û hemû cureyên tundiyê disekinin û em bi tu awayî amade nîn in mafên jinan bibin qurbana qeyranên siyasî. Em ji bo pêşxistina pêgeha jinan û berdewamiya serkeftinan di bin dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” de li hemû beş û herêmên Kurdistanê kar dikin.

8. Em beşdaran û platforman agahdar dikin ku di nava têkoşîn û daxwaza parastina maf û destkeftiyan de bin, em weke jinên Kurd piştgiriyê didin pêvajoya entegrasyona demokratîk.

9. Di vê civînê de tekezî li ser piştgirî û hevgirtina hemû beşên Kurdistanê ji bo hev, di hemû qonaxan de hat kirin.

10. Serdana hemû partî û rêxistinên siyasî û lidarxistina civîneke berfireh ji bo yekîtiya gelê Kurd.

11. Amadekariya ji bo lidarxistina festîvala çandî û hunerî li seranserê Kurdistanê.

12. Encamdana zincîreyek çalakiyên mezin û berfireh ji bo parastina destkeftiyên şoreşa jinan.

13. Zêdekirina kar û têkoşînê li ser yekîtiya Kurd, bi taybetî ji bo Başûrê Kurdistanê.

14. Xebata ji bo amadekirin û lidarxistina Konferansa Kurd.

15. Piştgirîdayîna ragihandinê di bin dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” de.

16. Parastina mafên yasayî û pêkanîna dadweriyê ji bo jinên Êzidî, bi naskirina tawanan wekî jenosîd, cezakirina tawanbaran û qerebûkirina rizgarbûyiyan ji aliyê yasayî, tenduristî û derûnî ve. Di heman demê de, rûbirûbûna tundiya zayendî û fîzîkî, dabînkirina ewlehî û beşdariya siyasî ya çalak a wan li Şengalê.

Di dawiyê de, em dubare dikin ku yekîtî û karê hevbeş ê di navbera hêz û aliyên Kurdistanî de garantiya sereke ya parastina destkeftiyan û gihîştina aştî, azadî û demokrasiyê ye. Em hêvîdar in hemû alî bi hestên berpirsiyariya dîrokî nêzî van pêşniyaran bibin û gavên pratîkî ji bo cîbicîkirina wan bên avêtin.”