Dadwereke jin çîroka rewşa yasayî ya jinên Efgan vedibêje

Dadwera berê ya dadgeha malbatê Leyla Şefa got ku hebûna jinan di dadweriyê de dikare ji bo gelek jinên ku bi pergala hiqûqî re têkilî datînin de, baweriyek mezintir û hestek ewlehiyê ya xurttir ava bike.

BAHARAN LEHÎB

Logar - Li Logarê, bi mebesta 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, gihîştina jinan a edalet, parastina yasayî û rola saziyên dadwerî di pêşîgirtina tundiya li dijî jinan de, xwedî girîngiyeke taybet e. Qedexeyên li Efganistanê li ser jinan hatine ferzkirin, dûrxistina wan a ji pergalên dadwerî û zehmetiyên gihîştina mekanîzmayên edaletê, fikarên li ser rewşa yasayî û civakî ya jinan zêde kiriye.

Di vê çarçoveyê de, dadwera berê Leyla Şafa, derbarê aliyên yasayî yên tundiya li dijî jinan, astengiyên li pêşiya gihîştina edaletê û encamên dûrxistina jinan ji saziyên dadweriyê,  bersiva pirsên me da.

Leyla Şefa navek kod e ku ji hêla dadwereke jin a li parêzgeha Logarê dijî ve tê bikaranîn. Wê di dema rêveberiya berê de li Dadgeha Malbatê xizmet kiriye. Piştî Talîbanê desthilatdarî bi dest xist, ew bû yek ji wan jinan ku li dijî yasayên zordar ên Talîbanê serî rakir. Li aliyekî hewl dide ji aliyê Talîbanê ve neyê dîtin, li aliyê din jî têkoşîna xwe didomîne.

Çend roj berê, beriya 25’ê Mijdarê, em çûn yek ji navçeyên Logarê da ku em pê re hevdîtin bikin. Bi vê yekê me derfet dît ku em nêrîna jinek ku bi salan wekî dadwer kar kiriye û mafên jinan parastiye, fêr bibin. Me bi pirsa yekem dest bi sohbeta xwe kir.


Li gorî nêrîna te wek dadwereke jin, tundiya li dijî jinan li Efganistanê çawa guheriye û jin îro bi çi cureyên tundiyê re rûbirû dimînin?

Li Efganistanê tundiya li dijî jinan ne diyardeyek nû ye. Lê, di salên dawî de bi taybetî piştî guhertinên di qada siyasî de, rêjeyên pir berfirehtir û tevlihevtir girtiye. Ev tundî ne tenê bi destdirêjiya fîzîkî an lêdanan ve sînordar e, her wiha tundjiya psîkolojîk, aborî û navmalî û her wiha înkarkirina mafên bingehîn ên wekî gihîştina perwerde û kar, azadiya tevgerê û beşdarbûna di jiyana civakî de jî digre nava xwe.

Ji aliyê yasayî ve, her kiryar an tevgerek ku rûmet, azadî, ewlehî an mafên bingehîn ên jinan binpê dike, divê wek mijarek pir cidî bê destgirtin. Civakek ku jin ji parastina yasayî û mafên wekhev bêpar in, nikare îdia bike ku edaletê pêk tîne.

Li Efganistanê ji ber sînordarkirinên heyî yên li ser jinan, jin heta çi astê dikarin bighîjin edaletê û ji parastina yasayî ya li dijî tundiyê sûd bigirin?

Gihîştina edaletê mafek bingehîn ê mirovan e û divê tu jin ji ber zayenda xwe ji mafê gihîştina rayedarên dadwerî û yasayî neyê bêparkirin. Her wiha qedexeyên heyî yên wekî temsîliyeta kêm a jinan a di saziyên dadwerî de, zehmetiyên aborî, tirsa ji tolhildanê û nebûna mekanîzmayeke piştgiriyê ya bi bandor, ji bo gelek jinan gihîştina edaletê zor dike.

Dadwerî tenê dema ku jina dibe hedaf tundiyê bê tirs gilî bike, dengê wan bê bihîstin, doza wan bi awayek bêalî bê lêkolînkirin û sûcdar hesabê bide dê wateya rast bigre. Tenê hebûna yasayan têr nake. Ya bi rastî girîng e, sepandina dadperwer a van yasayan û gihîştina rast a mekanîzmayên dadweriyê ye.

 

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, peyama we ji bo jinên Efgan û çalakvanên Efgan çi ye?

25’ê Mijdarê ne tenê rojek sembolîk e, pêvajoyek ku berpirsyariya me ya hevpar a yasayî, mirovî û civakî ya derbarê tuniya li dijî jinan de tîne bîra me hemûyan. Divê tundiya li dijî jinan bi dîtina wê wek mijarek malbatî ya taybet an normek çandî neyê normalîzekirin. Tu adet, kevneşopî an jî mafek civakî nikare binpêkirina rûmet û mafên mirovan ên jinan rewa bike.

Mixabin, li şûna ku rayedarên Efganistanê piştgirî bidin jinên dibin hedef, gilî û gazindan çareser bikin û ji sûcdaran hesab bipirsin, hevkarên van sûcanin. Yasayên wan ev destdirêjî hîn bêtir hêsan kirine, bi bandor medyayê, saziyên perwerdehiyê û civaka sivîl asteng kirine.

Di temamiya pîşeya te ya dadweriyê de, tu herî zêde rastî çi cure dozên tundiya li dijî jinan hatiye û astengiyên sereke yên li pêşiya misogerkirina darizandinek dadperwer di van dozan de çi bûn?

Di dozên tundiya dijî jinan de, pirsgirêkên wek tundiya navmalê, êrîşa fizîkî, zewaca bi zorê, gefxwarin, bêparhiştina mafên darayî û destrêjiya psîkolojîk mijarên girîng in ku divê saziyên dadwerî bi ciddî çareser bikin e.

Yek ji zehmetiyên sereke di çareserkirina dozên wiha de zexta malbatî û civakî ya li ser jinên dibin hedef tê kirin e. Gelek jin ji ber girêdayîbûna aborî, tirsa ji şermezarkirina civakî, fikarên li ser pêşeroja zarokên xwe û xetera gefên din, ji gilîkirinê dûr dikevin.

Ji aliyê hiqûqî ve biryara dozên wiha; Pêwîst e ku ew li ser delîl, prensîbên darizandina adil, parastina nepenî û ewlehiya mexdûr be. Divê tu doz ji aliyê zayendî û zextên derve ve neyê bandorkirin.

Li gorî te, nebûna jinan di sîstema dadweriyê de çawa bandorê li ser gihîştina jinan a edaletê û awayê birêvebirina dozên têkildarî tundiya navmalî an civakî dike?

Hebûna jinan di saziyên dadwerî de ne tenê meseleyeke kar e, beşek yekgirtî ya pêkanîna edalet, wekhevî û beşdariya wekhev di mekanîzmayên biryardanê de ye jî.

Di dozên tundiya li dijî jinan de, dadwerên jin dikarin têgihîştineke kûrtir a dijwarî û şert û mercên ku ên dibin hedef pê re rûbirû dimînin hebin. Her çend birêvebirina edaletê ne girêdayî zayenda dadwer be jî, ji ber her dadwer, çi mêr çi jin, mecbûr e ku yasa û prensîbên bêalîbûnê biparêze. Hebûna jinan di dadweriyê de dikare ji bo gelek jinên ku bi pergala hiqûqî re têkilî datînin baweriyek mezintir û hestek ewlehiyê ya xurttir ava bike.

Sînordarkirina hebûna jinan a di saziyên dadwerî de, kapasîteya pergala dadweriyê qels dike û prensîba beşdariya wekhev têk dibe. Divê jin xwedî gihîştina wekhev a meqamên dadwerî bin û derfeta beşdarbûna di birêvebirina dadweriyê de hebe.

Tundiya li dijî jinan ne tenê binpêkirina mafên takekesî ye. Di heman demê de êrîşek li ser edalet û rûmeta mirovan di civakê de ye. Têkoşîna li dijî vê diyardeyê helwestek hişk, garantiyên yasayî, saziyên hesabdar û beşdariya hemû beşên civakê hewce dike. Tu civak bêyî garantîkirina ewlehî, azadî û mafên wekhev ên jinan nikare edaleteke mayînde bi dest bixe.