Bi dirûşmeya ‘Em ji jiyanê hez dikin’ zarokên Filistînê sînemayê pîroz dikin
Duyemîn Mîhrîcana Fîlmên Zarokan a Xezayê hemwext bi Roja Zarokan a Cîhanê re li ber kavilên Sînemaya El-Nasr a wêranbûyî dest pê kir. Armanca Mîhrîcana ku bi dirûşmeya ‘Em ji bi sibe ji jiyanê hez dikin’ tê lidarxistin, şadkirina zarokan e.
NEXEM KERACÊ
Filistîn- Di nav kavilên sînemaya dîrokî ya El-Nasr li bajarê Xezayê de, duyemîn Mîhrîcana Fîlmên Zarokan a Xezayê roja Înê 20’ê Mijdarê, hemwext bi Roja Zarokan a Cîhanê re, dest pê kir. Mîhrîcan ku bi dirûşmeya ‘Em ji bo sibê ji jiyanê hez dikin’ tê lidarxistin, armanc dike ku şahî û xeyalan vegerîne jiyana zarokên ku di nav şer, tirs û bêpariyê de ne.
Beşdaran bal kişandin ser biryardariya zarokên li Xezayê tevî êrîş û koçberiyê, parastina mafên jiyan, ewlehî û çandê . Wan bang li cîhanê kir ku zarokatiya wan a ji destê wan hatiye standin biparêze û ji wan re qadek bi ewle peyda bike.
Di dema destpêkirinê de, dema zarokan bi pêlîstok û alên di destên xwe de stran digotin, dengê êrîşan li paşperdeyê û rastiya ku nakokiya aliyên herî bingehîn ku gef li zarokatiya wan dixwar, nîşan dida.
Mafê zarokan tevî şer jî yê şahiyê heye
Hilbijartina Sînemaya El-Nasr wek cihê mihrîcanê ne tesaduf bû. Carekê cihek ku pêşandanên fîlman lê dihatin kirin û tijî temaşevanan bû, niha di nav kavilan de ye û bûye hedefa şer. Weqfa Meşharawî, rêxistinek ku ji bo piştgiriya sînema û çêkerên fîlman hatiye veqetandin. Ev cih hilbijart ku çapa nû ya mîhrîcanê bide destpêkirin û carek din ji her kesî re bi bîr xist ku zarokên Filistînî mafê wan di şert û mercên herî dijwar de jî, ê çand, huner û şahiyê heye. Karnavala vekirinê, ku komên keşfê yên Filistînî, komên dabke (reqsa kevneşopî), zarok, palyaço û kuklayan tê de cih girtin, armanc kir ku ruhê pîrozbahiyê li bajarek ku di bin siya wêranî û koçberiyê de ye zindî bike. Mîhrîcan dê heta 30’ê Kanûnê bidome, pêşandan û çalakiyên din li kampên koçberan li bakur û başûrê Zîvala Xezayê pêk bên.
‘Armanc ragihandin peyama zarokan e’
Koordînatora mîhrîcanê Yaffa El-Meşharawî diyar kir ku destpêkirin di atmosferek mezin a karnavalê de pêk hat û tekez kir ku armanca mîhrîcanê ji pêşandana fîlman pir zêdetir tiştan digre nava xwe û got: “Armanc ew e ku bi dengê zarokên li Xezayê peyamek ji cîhanê re bigihîne. Zarokên ku tevî her tiştê ku wan jiyan kirine, hîn jî bi coş li jiyanê digerin. Dirûşmeya ‘Em ji bo sibe ji jiyanê hez dikin’ tevî zehmetiyên di dema şer de rast hatine, pabendbûna zarokan bi mafên xwe re nîşan dide. Em dixwazin dengê zarokên Filistînî bigihînin cîhanê û tekez bikin ku ew, wek hemû zarokên din, mafê wan heye jiyanek bi rûmet bijîn û mafên wan bên parastin.”
‘Sînema digihîje konên koçberiyê’
Bernameya mîhrîcanê bi lidarxistina çalakiyek li bajarê Xezayê ve sînordar nebû. Organîzatoran ji bo gihîştina zarokên li deverên koçberbûyî înîsiyatîfeke sînemaya mobîl dan destpêkirin. Wêrankirina malan, ligel nebûna şaşe û kehrebe, astengiyên zêdetir li pêşiya gihîştina zarokan a ji bo çalakiyên çandî û kêfê çêkirin.
Yaffa El-Meşharawî da zanîn ku fikra sînemaya gerok ji ber ku gelek zarok, ji ber mal, kehrebe û her hestek aramiyê di jiyana xwe de winda kiribûn, êdî nikaribûn li malê fîlman temaşe bikin, pêş ket. Li şûna ku li bendê bimînin zarok bên cihên pêşandanê, organîzatorên mîhrîcanê biryar dan ku sînemayê rasterast bibin kampan û got: “Me xwest em bigihîjin zarokên li kamp û deverên koçber ên li seranserê Zîvala Xezayê û wan hîs bikin ku em ji bo wan li wir in. Me armanc kir ku em derfeta temaşekirina fîlmek li ser şaşeyê bidin wan. Bi vî rengî, her çend tenê ji bo demek kurt be jî, wan ji atmosfera şer derxînin û bigihînin qadek tijî jiyan û hêviyê.”
‘Mafê jiyanê yê zarokên li Xezayê heye’
Rêvebera medyayê û têkiliyên giştî yê mîhrîcanê, Nahîl El-Ezbakî, diyar kir ku hilbijartina Roja Zarokan a Cîhanê wekî roja destpêkirina mîhrîcanê xwedî girîngiyek taybet e û got: “Organîzatoran hem dixwestin bi awayê xwe bi zarokên li Xezayê re pîroz bikin û hem jî peyamek ji cîhanê re derbarê mafên ku ev zarok di dema şer de ji wan bêpar mane bişînin.”
Nahîl El-Ezbekî bal kişand ser îroniya tal a mîhrîcanê ku dihat plankirin ku li kêleka Sînemaya El-Nasr bê lidarxistin, lê di şer de wêran bû û wiha got: “Îro em sînemayê tînin kampên ku mirovên koçber lê dijîn. Niha, ez li kêleka Sînemaya El-Nasr radiwestim ku îkonek çandî li Xezayê ye ku me plan dikir ku pêşandanên xwe lê li dar bixin, lê şer ew bi erdê re kir yek. Organîzatoran hilbijartin ku bi zarokên li kampa ‘Basmat Amal’ (Kenê Hêviyê) re pîroz bikin da ku hinek kêfxweşiyê bînin jiyana wan. Pîşandanên di nav mîhrîcanê de dê bigihîjin kampên penaberan li deverên cûda yên Zîvala Xezayê.”
Zarokatiyek di bin siya kavil û êrîşan de
Aheng ji rastiya şer nikare bê veqetandin. Vegotina zarokek a beşdarî mîrîcanê bûye Ruweyda Ebû Şaban, bi awayek zelal valatiya di navbera zarokatiyek ku berê bi mal, şaşe û lîstikan dihat pênasekirin û rastiya îro de eşkere kir ku zarok di nav xirbeyan de digerin û di tirsa ku her kombûnek dê bibe cihekî xeternak de dijîn.
Ruweydayê Ebû Şaban anî ziman ku di nav şer, koçberî û jiyana di konan de, tevî pevçûn dijwar û gefa êrîşan didome jî, zarok hîn jî dixwazin roja xwe (Roja Zarokan a Navneteweyî) pîroz bikin.
‘Beriya şer malên xwe dikir cihê sînemayê’
Ruweyda Ebû Şaban jiyana xwe ya berî şer bi bîr anî û got: “Berî şer, em di malên xwe de dijiyan. Me li malê ‘sînema’ didanî, em dicivîn, me şaşe vedikirin û bi kêfxweşî fîlman temaşe dikirin.” Ev rewş bi jiyana zarokên li deverên din ên cîhanê re ku dikarin bêyî tirsa êrîşan derkevin derve û bi ewlehî bilîzin hate qiyaskirin.
Ruweyda Ebû Şaban dema guherîna di jiyana xwe de tarîf dikir wiha got: “Îro, dema em di nav kavil, komên xwelî û xirbeyan de dimeşin, zarokên li deverên din ên cîhanê li qadên kesk, parkên şahiyê û meydanên lîstikê dilîzin. Her tişt guheriye. Jiyana me tijî tirs e. Em ji wan rojên ku em dikarin derkevin derve û bilîzin, kêfxweşiya rastîn biceribînin pir dûr in.”
Ji bo Ruweydayê, êrîş ne tenê bîranînek ji şer an dîmenek ji rabirdûyê bû, gefek berdewam heta di dema pîrozbahiyên mîhrîcanê de jî zarokan dişopand bû. Ruweydayê behsa êrîşek hewayî ya ku dema ew beşdarî çalakiyê bûn kir û da zanîn ku ew kêlî wek bîranînek bi êş bû ku heta di civînên ku ji wan re kêfxweşiyê tînin de jî, ew nikarin ewle bin.
Mafên ku nayên daxistina pîrozbahiyan
Bi taybet ji ber mezinbûna asta windahiyan yên ku bandorê li jiyan û mafên bingehîn ên zarokan dikin, hewcedariya bi qadên hunerî yên bi vî rengî ji şahiyê wêdetir diçe. Agahiyên UNICEF’ê valatiya ji ber şer her ku diçe mezintir dibe radixe ber çavan.
Li gorî rapora rêxistinê, nêzîkî 700 hezar zarokên di navbera 4 û 17 salî de ji perwerdeya fermî û rûbirû ev nêzîkî sê salane bêpar mane û nêzîkî ji sedî 98 ji avahiyên dibistanan bi awayên cûda zirar dîtine.