Li Tûnisê ji bo jinên rastî tundiyê tên platforma piştgiriya dîjîtal

Di civîna înteraktîf ku ji aliyê UN Women û Navenda Perwerde û Lêkolînê ya Jinên Ereb ve hat organîzekirin de, rola medyayê ya di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û pêşîgirtina normalîzekirina tundiyê de hat nîqaşkirin.

ZUHUR EL-MEŞIRQÎ

Tûnis – Duh li Tûnisê, bi hevkariya Fona Nifûsê ya Netewên Yekbûyî (UNFPA), UN Women û Navenda Perwerde û Lêkolînê ya Jinên Ereb (CAWTAR), ji bo rojnamevan û pisporên medyayê civînek înteraktîf hat lidarxistin.

Armanca civîna ku bi nêzbûna destpêkirina kampanyaya Çalakiyên 16 Rojan ya li dijî Tundiya li ser Jinan hat lidarxistin, ew bû ku darazên bi qalib ji holê rake û rola medyayê di parastina jinan de çalak bike.

Di zêdekirina hişyariyê de rola girîng a medyayê

Nûnera CAWTAR Lubna Nacar, diyar kir ku medya di bilindkirina hişmendiya li ser mafên jin û keçan de, lêpirsinkirina li ser têgihîştinên xelet û xuyakirina şêweyên nû yên tundiyê de roleke girîng dilîze. Lubna Nacar, tekez kir ku divê tundî bi nêzîkatiyek li ser bingeha mafan û termînolojiya rast were çareserkirin û diyar kir ku civînê derfeteke girîng pêşkêş kiriye ji bo çareseriyên hevpar werin pêşxistin. Lubna Nacar, wiha got: "Her çendî civîn kurt be jî derfetek pêşkêş kir ku bi hev re li ser rêbazên têkoşîna li dijî tundiya bi riya teknolojiyê tê kirin û riyên bilindkirina hişmendiyê li ser vê mijarê bi nêzîkatiyek li ser bingeha mafan bifikirin."

Lubna Nacar, diyar kir hêvî dike civîn bandorê li ser karê profesyonel ê rojnamevanan bike û tekez kir ku civaka sivîl, ajansên NY’e û medyayê dikarin bi hev re bixebitin ji bo mafên jinan xurt bikin û formên cuda yên tundiya li dijî jinan eşkere bikin.

‘Divê ji rojnamevanan re agahî û alavên pêwîst werin peydakirin’

Analîsta Ragihandinê ya UNFPA’yê Maryam Ould Cheib, diyar kir di civînê de li ser tundiya li dijî jin û keçan çawa di medyayê de tê destgirtin nirxandin hatiye kirin û bal kişand ser tundiya ku bi riya teknolojiyê tê kirin. Maryam Ould Cheib, tekez kir ku rastkirina xeletiyên di rojnamegeriyê de berpirsiyariyek hevpar a civaka sivîl, rojnamevan û nûnerên medyayê ye.

Maryam Ould Cheib, da zanîn ku armanca civînê agahdarkirina rojnamevanan li ser mirov çawa bi awayekî rast li ser Kampanyaya Çalakiyên 16 Rojan rapor dike û tekez kir ku dirûşmên kampanyayê,  "Ji bo vê yekê tu hincet tune ye” û "Navê Lê Bike” asayîkirin û  rewakirina hemû cureyên tundiyê red dikin. Maryam Ould Cheib, diyar kir ku divê bawerî bi jin û zarokan were û hemû qad di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de bi hevgirtinê tevbigerin.

‘Navendên şêwirmendiyê ji bo jinan vediguherin xizmetên dîjîtal’

Seroka Komeleya Kelam Feriyal Ceradî Şerefeddin, ragihand beriya du hefteyan platformeke ku xizmetên guhdarîkirin û rêberiyê ji bo jinên rastî tundiyê hatine vediguherine hawirdorek dîjîtal, ketiye meriyetê. Feriyal Ceradî Şerefeddin, diyar kir platform derfet dide jin bêyî biçin navendê piştgiriyê bigrin û got ku pergala ji aliyê AI ve tê piştgirîkirin jin û zarokan li ser mafên wan ên yasayî agahdar dike, guh dide wan û piştgiriya derûnî mîsoger dike.

Feriyal Ceradî Şerefeddin destnîşan kir ku beşa duyemîn a platformê derfetê dide jin û zarokan ku bi delîlên wekî dîmenên ekranê û girêdan gilî li ser Meta û TikTokê bikin. Feriyal Ceradî Şerefeddîn, da zanîn ku beşa sêyemîn jinên dixwazin serî li pêvajoyên yasayî bidin bi parêzer û pisporên piştgiriya derûnî ve gire dide, derfetên randevûyê ava dike û lêçûnên yasayî ji hêla komeleyê ve tên dayîn.

Feriyal Ceradî Şerefeddin, tekez kir ku teknolojî van pêvajoyan hêsan dike, barê jinan û rêxistinên civaka sivîl sivik dike.