Sembola zeviyên Hecîn û Dêrezorê: Aziye Hammud El-Ukla
Li bajarê Hecîn ê Kantona Dêrezorê, li cihê ku bêhna axê tevlî hewaya dîrokî bûye, Aziye El-Ukla ya 100 salî dijî. Ew hê jî hînbûyîneke ku ji ciwaniya xwe ve neterikandiye didomîne. Axê bi hezkirin, sebir û înad diçîne.
ZEYNEB XELÎF
Dêrezor – Aziye El-Ukla, temenê xwe di nava zeviyên genim, ceh û pembû de derbas kiriye. Ne bêzar bû ne jî sist. Ew bû sembola jinên gund ên ku jiyana xwe bi axê ve girêdan. Axê weke raza rûmet û hebûnê dît. Bi wê yekê bû sembola çîrokên sadebûn û comerdiyê ku bi benên westiyayî hatine rêsandin.
Aziy el-Ukla ya 100 salî, li pêşiya mala xwe rûniştiye; bi xetên li ser rûyê xwe demên borî bi bîr tîne û wiha dibêje: “Me cotkariyê dikir, pembû berhev dikir, çêlekan didot, sîrê wan dikir meşkê û rûnê nivîşk çêdikir. Me her tiştî bi destên xwe dikir. Em nizanibûn westandin çi ye û em bi hebûna tiştên xwe bextewar bûn.”
Ew bi xwezayîbûna dayîkeke ku aydê serdemeke din e diaxive, behsa kombûna jinan a di demsalên çandiniyê de dike û wiha dibêje: “Di dema çandiniyê de me stranan digot. Ne em dizanibûn westandin çi ye ne jî me gazin dikir. Roj zû derbas dibûn, bi bereket û aram bûn.”
Aziye, rêbazên çandinî yên berê weke ku li ber çavên wê bin wiha vedibêje: “Me jin û mêran bi hev re genim, ceh û pembû bi destên xwe diçand. Ne traktor hebû ne jî makîne; em bi ezim dixebitîn. Me tov davêt, av dida û em li benda baranê diman. Bi çandiniyê em dihatin ba hev.”
Li gorî aziye çandinî tenê ne çavkaniya debarê, awayê jiyanê bû, bingeha têkiliyên civakî bû, wiha didomîne:
“Dema ku kesek ji me tovek li axa xwe direşand, em hemû diçûn alîkariyê. Me bi hev re direşand, radikir û bereketa wê bi hev re pîroz dikir. Tu kes ji me tenê nedixebitî; kar me dianî ba hev, kêfxweşiyê keda me pîroz dikir.”
Keda hevpar
Aziye behsa demên borî dike û wiha dibêje: “Me di her mijarê de ji hev re alîkarî dikir; ji çêkirina xwarinê heta hejandina meşkê, heta helandina rûn, jiyana me hêsan nebû lê em bi hezkirin dihatin ba hev. Îro her tişt guherî; her kes di derdê xwe de ye, ruhê piştgiriyê nemaye. Ên jiyana gund ava dikirin jin bûn. Her kes dizanibû çi dike, me hemûyan hev temam dikir. Her ku me parve dikir westandina me kêm dibû, her ku me bi hev re diçand kêfxweşiya me mezin dibû.”
Deqên li ser rû sembolên bîra civakî ne
Deqên li er rûyê Aziye berê sembola xweşikbûn û nasnameyê bûn. Bi keneke bi şanaz wiha didomîne: “Van deqan me weke xeml çêdikir, ji bo em pesnê jinbûn û kokên xwe bidin. Jinan wan li ser hinarikên xwe yan jî li çeneya xwe çêdikirin, wateya her deqê hebû. Niha mirov vê yekê weke kevneşopiyeke ecêb dizanin lê ji bo min bîranîneke bêdawî ye. Ev îşaret tenê xeml nebûn îfadeya ruhê nifşek bû. Di sadebûnê de şanazî, di xweşikbûna xwezayî de mayîndebûn hebû.
Ji sadebûnê ber bi guherînê ve
Aziye, dema ku berê û niha muqayese dike axînek kûr dikşîne û wiha dibêje: “Berê em bi tiştên hindik dijiyan lê bereket hebû. Westandina me jî bextewarî bû lewre me keda xwe bi xwêdana eniya xwe kar dikir. Îro jiyan hêsan e lê tam nemaye. Her tişt amade ye, kêfxweşî kêm e.”
Tevî bedena xwe ya qels û temenê xwe yê mezin jî ew hê jî her roj diçe nava zeviya xwe. Destên xwe li axê dide, weke ku zindî be û dibêje: “Ax hezkiriyên xwe tu carî di nîvê rê de nahêle. Her dema ku destê xwe didim axê hîs dikim ku ji nû ve dijîm. Ji nifşên nû re dibêjim, bila axê hembêz bikin lewre ew koka wan e. Dest ji axê bernedin, ji bo rehetiyê terka wê nekin. Tu tişt nakeve cihê axê. Xebat jiyan e, tiralî mirina hêdî ye. Keda me qenaetê li ber me hîn kir, qenaet jî raza temenê dirêj e.”
Bîra mekan ruhê demê
Aziye Hammud el-Ukla, bîra zindî ya bajarê Hecînê û bejahiya rojhilatê Dêrezorê ye. Ew tenê ne jineke sedsalî ye; weke genimê ku li axê çandiye, sembola nifşeke xwedî kok û nirxan e.
Ji her xeta rûyê wê çîrokek, ji tona dengê wê zanabûn xwe dide der. Wekî ku ji cîhanê re wiha bibêje:
Sadebûn ne xizanî ye; raza qenaet û kedê, rûmet û temenê dirêj e.
Çîroka wê, serpêhatiya jineke ku serî li ber salan netewandiye; weke axa xwe bi sebr, berhemdar û wefadar e.