Kinêr Abdullah ji ber çalakiyên xwe dikeve nava Pirtûka Iraqê

Nivîskar û çalakvana mafê jinan Kinêr Abdullah, ji ber kar û çalakiyên xwe yên cihêreng yên ji bo jinan dikeve nava Pirtûka Iraqê ku ji jînameya 513 jinan pêk tê.

Navenda Nûçeyan – Nivîskar û çalakvana mafê jinan Kinêr Abdullah li ser mijarê li ser hesabê xwe yê fermî yê tevna civakî peyamek da.

Kinêr Abdullah, di peyama xwe de wiha got: “Ez yek ji wan jinan im, him li hundir û him jî li derveyî Iraqê li ser astên cuda cuda yên kar û xebatê hatim hilbijartin, bi jîname û nivîsînek xwe bikevin nava du pirtûkên ku îsal li Bexdayê bê çapêkirin.”

Ev pirtûkê bi navê ‘Helgirên Ronahiyê- Ji Bo Jinên Iraqê yên Îlhambexş yên Iraqê’ taybete ji jîname û kêrhatiyên jinên Iraqê. Ev pirtûk ji aliyê Miyade Husênî ve hatiye amadekirin. Jînameya 513 jinan li xwe digire.

Kinêr Abdulah kî ye?

Kinêr Abdullah, nivîskar û lêkolerek diyar ya biwarê Mafê Jinane li Herêma Kurdistanê. Li Silêmaniyê dijî. Birwanameya Zanîngehê ya Beşa Erebî heye û Midûra Karê Nivîsê ya Kovara Tewar ya sala 2010’an hatiye avakirin û taybet mijarên pirsa jin û civakê li xwe digire. 17 pirtûkên wê hene.