Dayika Aştiyê Turkan Çelîk koça dawî kir
Dayika Aştiyê Turkan Çelîk a li Amedê dijiya û bi salan têkoşîna aştiyê da, koça dawî kir.
Amed – Dayika Aştiyê Turkan Çelik (72) a li Amedê dijiya, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê koça dawî kir. Turkan Çelik, îro li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezan a Amedê hat veşartin.
Hate diyar kirin ku Turkan Çelîk, di damezrandina Dayikên Aştiyê de cih girtiye û yek ji 24 Dayikên Aştiyê ku di sala 2006’an de li Amedê dema şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto dikirin, hatin binçavkirin e. Turkan Çelîk, vê demê bi hinceta "propagandaya rêxistina terorê" hate girtin û piştî 70 rojan hate berdan.
Xizmên wê, diyar kirin ku du kurên Turkan Çelîk a bi salan têkoşîna aştiyê da, salên dirêj li girtîgehê mane û piştre hatine berdan.
Ji bo Dayika Aştiyê Turkan Çelîk li Mala Şînê Bahattîn Demîrcan a Amedê şîn hat danîn.