Jinan li dijî revandin û binçavkirinan dengê xwe bilind dikin
Koma Sanadê ya li bajarê Suweydayê ya Sûriyeyê, bi armanca îfadekirina êşa kûr û xemgîniya malbatên kesên hatine revandin û binçavkirinê, xwepêşandanek li dar xistin.
ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Jinên li Suweydayê, ji bo azadiya zarokên xwe yên ku bi darê zorê hatine windakirin dengê xwe bilind dikin. Di xwepêşandana ku di 9’ê Mijdarê de li Qada Tarşanê hate lidarxistin de, koma Sanadê bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û rayedaran kir ku çarenûsa zarokan rave eşkere bikin.
Beşdaran, destnîşan kirin ku piraniya ciwanên girtî hêj li Girtîgeha Adrayê ne û dest bi greva birçîbûnê kirine. Linda Ebû Xettar El-Halabî, wêneyê kurê xwe hilgirt û wiha got: "Kurê min ji mala wî revandin û tu sûcek wî nîne. Em dixwazin hemû kesên ku hatine revandin vegerin. Em tenê mafên xwe dixwazin û bang li cîhanê dikin ku bş nêrîna mirovî nêzî pirsgirêka me bibin û alîkariya me bikin."
‘Sembola berxwedanê ya civaka xwecihî’
Çalakvan Enas El-Harfoûş, bi van gotinan biryardariya malbatan a ji bo fêrbûna aqûbeta hezkiriyên xwe anî ziman: "Xwepêşandanên heftane yên li Şehbayê, ji bo malbatan veguherî sembolekÎ ku dengê xwe bidin bihîstin û nîşan bidin ku bêdeng namînin. Em îro hatin Suweydayê, ji ber ku dengê me êdî li seranserê cîhanê tê bihîstin. Em daxwaz dikin ku rayedar û rêxistinên navneteweyî aqûbeta zarokên me eşkere bikin.”
Banga mirovî
Cumana Nassif a ji koma Sanadê, diyar kir xwepêşandanan ne tenê çalakiyek, bangek mirovî ne û wiha got: “Em ji bo ragihandina dengê kesên ketine greva birçîbûnê, kombûn. Di nava wan de ciwanên di bin 18 salî de, nexweşan û kesên ku di hucreyên yek kesî de tên ragirtin hene. Armanca me ew e ku em bi bîr bixin ku her mirovek xwedî nirx e û bang li rêxistinên navneteweyî bikin ku tedbîrên lezgîn bigrin.”
Banga mudaxaleya lezgîn
Di dawiya xwepêşandanê de Dana Nour jî, da zanîn birayê wê bi awayî bêsûc hatine binçavkirin û bang li rayedaran kir ku demil tedbîran bigirin. Dana Nour, wiha got: "Birayê min bêyî sûcek bike hat girtin. Em bang li rayedaran dikin ku demil dest tedbîran bigirin û kesên li Girtîgeha Adrayê berdin.”
Dengê dayikên li Suweyda û Şehbayê, mîna sembola jiyanên ku li benda edaletê ne, bi têkoşîna aştiyane didome.