Li Suweydayê 3 jê jin cenazeya 5 kesan hate dîtin

Li bajarokê Es-Su'ala a gundewarê Suweydayê, 3 jê jin cenazeyê 5 kesan hate dîtin.

Navenda Nûçeyan – Niştecihên bajaroka Es-Su'ala ya bajarê Suweydayê ya Sûriyeyê, îro cenazeyê 5 kesan dîtin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihana ajansa me ji çavkaniyên bijîşkî yên li Nexweşxaneya Neteweyî ya Es-Su'ala wergirt, nasnameyên 4 cenazeyan hate diyar kirin û cenaza din jî ji ber rizîbûnê nehatiye naskirin.

Hate tesbîtkirin ku cenazeyên hatine dîtin, aydê Hindiye Zîb, Hesîbe El Elî, Sekriye El Hemod û Xalid Şahîn e.

Hîna bi dehan gelê Suweydayê û gundewarê wê winda ne û tu agahî li ser wan tune ne û bi dehan cenaze jî li çolê li gundên bakur û rojava ne. Lê ji ber hebûna hêzên rêveberiya demkî û komên çekdar ên girêdayî wê li wan herêman zehmet e werin rakirin.