Hemwelatiya Bahaî Leyla Edalatî hate binçavkirin

Hemwelatiya Bahaî Leyla Edalatî ya li Şîrazê dijî, ji aliyê Yekîneyên Îstixbarata Muhafizên Şoreşê ve hate binçavkirin û birin cihekî ne diyar.

Navenda Nûçeyan – Di 7’ê Mijdarê de, di çarçoveya zextên zêde yên li ser hemwelatiyên Bahaî yên li Îranê dijîn de, erkdarên Yekîneyên Îstixbarata Muhafizên Şoreşê bi ser mala Hemwelatiya Bahaî Leyla Edalatî ya li Şîrazê dijî de girtin û Leyla Edalatî binçavkirin û birin cihekî nediyar.

Li gorî raporên hatine weşandin, 8 erkdarên bi cilên sivîl ketin mala Leyla Edalatî û 5 saetan lêgerîn kirin. Di encama lêgerînê de hin tiştên kesane yên Leyla Edalatî û yên malbata wê hate desterser kirin.

Hate diyar kirin ku Leyla Edalatî, beriya demek kurt ji nexweşxaneyê derketiye û rewşa wê ya fîzîkî ne baş e. Nezelaliyên der barê sedema girtina wê, cihê wê û sûcên tê darizandin de di nava xizmên wê de bû sedema fikarên cidî.