Sekretera Jinê ya Egîtîm Senê: Jin rê nîşanî muxalefeta civakî didin

Li zanîngehên ku çalakî didomin, xwendekar li hember pêşeroja nediyar a ji wan re hatiye amadekirin, liberxwe didin. Sekretera Jinê ya Egîtîm Senê Sîmge Yardim, destnîşan dike ku jinên ciwan rê nîşanî muxalefeta civakî didin û têkoşîna hevpar girîng e.

SERPÎL SAVUMLU

Stenbol – Li Tirkiyê ciwan hewl didinku li hember pêşerojek nediyar, jiyana xwe ava bikin. Ji dibistana seretayî pê ve pergalek tije newekhevî, di nav pergala perwerdê de cîh digre, ciwan li hember vê pergalê têdikoşin, tînin ziman ku piştî xilaskirina zanîngehê nizanin ewê li ku û çawa kar bibînin, lewma jî bêhêvî ne.

Li Tirkiyê asta bêkariyê gihîştiye asteke rekorê. Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Şoreşger û Karker a Tirkiyê (DİSKAR), Rapora Xuyakirina Bêkarî û Xwedîkarbûnê weşand. Li gor daneyên Sibata 2025’an a raporê, hejmara karkerên bi awayek berfireh tên pênasekirin di Çileya 2020'an de 7 milyon û 343 hezar, di Çileya 2024'an de 10 milyon û 169 hezar, di Çileya 2025'an de jî 11 milyon û 260 hezar e. Kategoriya ku cureyên bêkariyê herî zêde ye, bi sedî 37,5 bêkariya jinê ye. Li welêt kategoriya sêyemîn û herî mezin a bêkariyê jî, bi sedî 22,7 bêkariya jinên ciwan e. Yanê ciwan nikarin kar peyda bikin, an jî di karên ku peyda dikin de jî, bi awayekî neqeydkirî û ji her tiştî bêpar tên xebitandin.

Xwendekar nikarin xwarinê peyda bikin

Bi qeyrana aborî ya li welêt re, pirsgirêka bêparbûna ji xwarinê jî kûr dibe. Zarokên dibistana seretayî birçî diçin dibistanê. Rewşa xwendekarên zanîngehan jî cuda nîne. Bi pirsgirêka starbûnê ya jiyanî re, xwendekar nikarin zikê xwe jî têr bikin. Piştî ku li hember Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (İBB) pirsgirêka ‘nelirêtî û terorê’ hat destpêkirin, li hinek zanîngehan çalakiyên boykotê destpê kirin. Xwendekar dixwazin ku dengê xwe bidin bihîstin û pirsgirêkên ku dijîn, nîşan bidin. Xwendekar di heman demê de dixwazin hevalên wan ên di dema protestoyan de hatine binçavkirin û girtin, bên berdan.

Sendîka rastî lêpirsînê hat

Akademîsyenan, xwendekaran, li hember rewşa heyî biryara ‘Boykotê’ girtin. Lewma derbarê Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistiyê (Egitim Sen) de lêpirsîn hat destpêkirin. Piştî ku akademîsyenên endamên Egîtîm Senê ne aşkera kirin ku destekê didin çalakiyên boykotê yên li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê ji bo zanîngehek demokratik destpê kirine, rastî lêpirsînê hatin. Em bi Sekretera Jinê ya Egîtîm Senê Sîmge Yardim re, li ser tiştên ku xwendekar dijîn û sedemên hedefbûna wan, axivîn.

‘Xwendekar hêviyen xwe ji nû ve ava dikin’

Sîmge Yardim, têkildarî çalakiyên ku li zanîngehan destpê kir û hê berdewam dikin got ku “Çalakiyên li zanîngehan ên protestoyî, pêwîst e wek berteka li hember bêpêşerojî, bêhêvîtî, qeyrana aborî, polîtîkayên perwerdê, êrîşên li hember jinê û bi tevahî li hember pêvajoya ku em tê de dijîn, bê nirxandin.” Li gor Sîmge Yardim, bi taybetî jî piştî ku diplomaya Ekrem Îmamoglu hat betalkirin li welêt xwendekarên zanîngehê ev demeke dirêj e di rewşa bêpêşerojiyê de bûne û ev rewş niha derketiye holê. Sîmge Yardim wiha got: “Dema em li zanîngehan dinhêrin, piraniya ciwanan bê kar in. Yên ku bûne xwedî kar, yên ku zanîngeh qedandine jî, neçar dimînin bi pereyek pir kêm bixebitin û rêjeya bêkariya ciwananan her roj zêdetir dibe. Di van mercan de jî bi rastî di nav xwendekaran de ev demeke dirêj e ku bêhêvîtiyek li hember perwerdeyên zanîngehan bipêş ketibû. Bi vana re di heman demê de qeyrana aborî ya li welêt, dîsa herî zêde bandora xwe li ser xwendekarên zanîngehê dike. Ji ber ku sitarbûn pirsgirêkek girîng e ji aliyê domandina mafê perwerdeyê de. Gelek xwendekar ji neçarî dev ji perwerda xwe berdin. Yurdên KYK’ê jî têr nakin. Di şertên qeyrana aborî yên zêde de xwendekar di hêla çûyîna zanîngehê de jî tengasî dikşînin. Bi rastî piştî ku bi hezar ked û hewldanan pêvajoya zanîngehê hatiye domandin û xwendekar bi awayek piştî çend salan gihîştine dîplomayên xwe, aşkera bû ku ev dîploma di hêla hiqûqî de xwedî bingehek nîne û dibe ku bê betalkirin. Protestoyên ku îro li zanîngehan destpê kirine jî divê wek xwedîderketina xwendekaran a li pêşerojên xwe, têkoşîna xwedî derketina li mafên xwe, têkoşîna ji nû ve avakirina hêviyên xwe bê nirxandin.”

‘Em nikaribûn bê bertek bimînin’

Sîmge Yardim anî ziman ku tevgera ciwanan gelek watedar e û hêvî daye her kesî û wiha got: “Em Egîtîm Sen jî, hewl didin ku van pirsgirêkên ku ev demeke dirêj e xwendekar dijîn, bînin rojevê. Pirsgirêkên li dibistana bilind, pirsgirêkên sitarbûna xwendekaran, pirsgirêka aborî, pirsgirêka her roj zêdetir kêmbûna qelîteya perwerdê, her tim di pêşeroja me de ne. Lewma jî em nikaribûn li hember vê pêvajoyê bêdeng bimînin.” Sîmge ragihand ku biryar dane di 25’ê Adarê de kar nekin, ji ber vê biryarê endamên MYK’a sendikaya wan rastî dozê hatine. Sîmge Yardim, diyar kir ku operasyonên girtin û zextê ji bo wan hatiye bikaranîn. Sîmge destnîşan kir ku êdî pê re naghên ku binhêrin ka xwendekar di vê pêvajoyê de çawa û bi çi awayî hatine binçavkirin an jî girtin lê got ku hejmar gelek zêde ye.

‘Tundiyê berê xwe daye jinan ev jî ne rasthatinî ye’

Sîmge Yardim, destnîşan kir ku bi taybetî jî jinên ciwan li kuçeyê rastî tundiyê tên û derbarê sedemên wê de wiha got: “Bi rastî divê em ji bo hînbûna sedema vê tundiya li ser xwendekarên jin, li êrîşên li hember jinan ên di demên dawî de çêdibin binhêrin. Divê em ji polîtîkayên desthilatiya siyasî yên dimeşîne cuda nebinin. Berdewama vêya ye. Ji ber ku desthilatî bi awayek, li hember mafên jinan, bi rêya xebata sist, bê misogerî, derxistina derveyê jiyana cemaweriyê, êrîşek li hember nasnameyên wan û jiyana wan didomîne. Îro 6284 tê nîqaşkirin, lê jixwe nayê pêkanîn. Hevpeymana Stenbolê hat betalkirin. Bi polîtîkayên malbatî hewl didin jinan di nav malê de dîl bikin, jiyana perwerdê biqedînin û di nav malê de jiyanek ji bo jinan ku ji awayê zarokanînê bigre heta jiyana ku ewê bijî, dîzayn bikin. Lingê herî bingehîn ê vêya jî di ser xwendekarên zanîngehê, jinên ciwan re tê pênasekirin û desthilatiya siyasî li bendê ye ku ji vir polîtîkayek bersiv bigre. Hemû motivasyona xwe jî niha di eniya xwe de daye ser vir.”

‘Jin rê nîşanî muxalefeta civakî didin’

Li gor nêrîna Sîmge, desthilatî her tim li hember jinan di nav şerek de ye. Sîmge da zanîn ku hemû kesên li hember vê daxwaza jinantiya ‘hêja’ serî radikin jî, dibin hedef. Wek li hemû dinyayê, li Tirkiyê jî di çalakiyan de jin di refên herî pêşîn de ciyê xwe digirin. Sîmge Yardim, têkildarî vê xalê jî nirxandinek wiha kir: “Dixwazin ku jinan ji vê têkoşînê dûr bixin, tevlî nav têkoşînê nebin. Ji ber ku rastiyek heye, li tevahiya dinyayê jin têkoşînek bi hêz birêxistin dikin û aliyek vê têkoşînê jî heye ku rê nîşanî muxalefeta civakî dide. Têkoşînek ku bi hêz dibe û dibe yek. Ev di aliyê desthilatiyan de sedema tirsê ye jî. Lewma di demên destwerdanê de pêşî tundiyê li ser jinan pêk tînin. Dixwazin wan derxin derveyê van qadan. Bi armancek wiha, li hember jinan êrîş zêdetir çêdibin.”

Girîngiya têkoşîna hevpar

Bendewariya hemû kesên ku derdê wan pêkanînên desthilatiyê ne lewma dadikevin kolanan, birêxistinkirina têkoşînek hevpar a ku derdorên fireh digre nav xwe ye. Sîmge li ser girîngiya ‘têkoşîna bi hev re’ rawestiya û destnîşan kir ku ev têkoşîn ji her demê zêdetir bûye pêdiviyek. Sîmge anî ziman ku sendikaya wan tu car dê dev ji têkoşînê bernede û wiha got: “Di aliyê me de tiştê esas; bi vî awayî an jî wî awayî bi cezayên ku didin me, têkoşîna me bidawî nabe. Ji ber ku li vî welatî êdî jin, gel, kedkar, bi rastî tevahiya civakê, pêwîst e têkoşînek hevpar bimeşînin. Ji ber ku qeyrana aborî êdî bandora xwe herî zêde li ser me dike. Êrîşên li hember gelan zêdetir dibin, di aliyê jinan de tundî, destdirêjî û destavêtin her roj zêdetir dibe. Di aliyê xwendekaran de jî pêvajoyek ku mafên perwerdê tune tên hesibandin heye. Dema em li tevahiya vana binhêrin emê bibînin ku em bi pêvajoyeke me hemûyan eleqedar dike re rûbirû ne. Û li hember vê pêvajoyê ger ku em têkoşînek xurt nemeşînin, têkoşînek hevpar nemeşînin, sonda têkoşîna aştiyê xurt nekin, têkoşîna ji bo avakirina aştiyeke civakî nedomînin, têkoşîna demokrasiyê nedomînin, aşkera ye ku serdema pêş me bi rastî dê dijwartir derbas bibe. Ev welêt êdî di pêvajoyeke wisa de ye ku hemû tiştên di hiqûqa xwe de pêk nayne, siyasî dike. Egîtîm Sen jî wek her gavê ji niha û pê de jî ewê li hember hemû pêvajoyên tên jiyîn, têkoşîna xwe bi biryardarî bidomîne. Pêwîst e ku em bi muxalefetek civakî ya bihêztir û berfirehtir, têkoşînek hevpar bimeşînin. Bi rastî tiştê ku îro ciwan dikin jî, ev in.”