Dayikên Şemiyê di hefteya 1075'emîn de edaletê xwestin
Dayikên Şemiyê di hefteya 1075'emîn a kombûna xwe de, diyar kirin ku pêwîst e Dadgeha Bilind a Îstînafê li ser doza kesên ku li Kerboranê hatine girtin û windakirin bi rêbazek ku rê li ber edaletê veke biryarê bide.
Stenbol – Berxwedana Dayikên Şemiyê ku berxwedana herî dirêj a Tirkiyeyê ye û ji bo daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de windakirî û darizandina sûcdaran hatiye destpêkirin, di hefteya 1075'emîn de jî berdewam kir. Malbatên windakiriyan û parêzvanên mafên mirovan li Qda Galatasarayê kom bûn, qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên windan hilgirtin. Yek ji xizmên kesên di bin çavan de hatin windakirin Masîde Ocak, daxuyaniya çapemeniyê xwend.
Masîde Ocak diyar kir ku ew çalakiya xwe ya 1075'an ji bo diyarkirina aqûbeta kesên ku ji ber zext û zoariyê di navbera 29'ê Cotmeh û 8'ê Mijdara 1995'an de li navçeya Kerboran a Mêrdînê hatine girtin û ji wê demê ve tu agahî ji wan nehatiye girtin li dar dixin, daxwaza edaletê dikin. Masîde Ocak di berdewamiyê de wiha got "Di navbera 29'ê Cotmeha û 8'ê Mijdara 1995'an de, gelek kes, di nav de çar zarok, du xwendekarên lîseyê û du jin, di serdegirtinên malan de ku ji hêla leşker û cerdevanên bi çekên giran li Kerborana Mêrdîn hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Tabûra Jendermeyan a Kerboranê. Hin ji wan kesên hatin binçavkirin piştî demekê hatin berdan. Lêbelê, careke din ji Davut Altunkaynak ê 12 salî, Seyhan Doğan a 13 salî, Nedim Akyon ê 16 salî, Mehmet Emin Aslan ê 19 salî, Abdurrahman Olcay ê 20 salî, Abdurrahman Coşkun ê 21 salî û Süleyman Seyhan ê 57 salî agahî nehat girtin."
'Bi îşkenceyê mirî hat dîtin'
Maside Ocak diyar kir ku Suleyman Seyhan di 6'ê Adara 1996'an de bi îşkenceyê mirî hat dîtin û giliyên sûc ên ku malbatan ji bo dîtina qurbaniyên winda yên Kerboranê kiribûn, bêyî lêpirsînek bi bandor hat redkirin. Piştî serlêdana malbatan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di 29'!ê Gulana 2009'an de, Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê doz ji nû ve vekir û lêpirsîn da destpêkirin. Masîde Ocak wiha dirêjî da axafitna xwe"Di encama kolandina ku di navbera salên 2012 û 2015'an de li ser îfadeyên şahidan hat kirin de, hestiyên girtiyan ku şopên îşkenceya giran li ser wan hebûn, di bîrên herêmeke leşkerî ya taybet de ku berê ji sivîlan re qedexe bû, hatin dîtin."
Beraetkirina Sûcdaran
Maside Ocak, destnîşan kir ku îdianameya ku ji hêla dozgeriyê ve hatiye amadekirin ji hêla dadgehê ve hatiye qebûlkirin û wiha domand: "Der barê 18 kesan de, tevî Fermandarê Tabûra Komando ya Cendermeyan a Mêrdînê yê wê demê Hurşit Îmren, Fermandarê Cendermeyan a Navçeya Kerboranê Mehmet Tire, Fermandarê Qereqola Jendermeyan a Navendî ya Kerboranê Mahmut Yilmaz, Cîgirê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam, digel çawişek pispor û cerdevanên gund, bi tohmeta 'kuştina bi zanebûn' doz hate vekirin. Di dosyaya dozê de gelek îfadeyên şahidan û delîlên ku berpirsiyariya bersûcan nîşan didin, cih g irtin. Tevî van hemûyan, dadgehê di 4'ê Tîrmeha 2022'an de biryar da ku 'delîlên şênber, teqez û pêbawer nayên bidestxistin' û 18 bersûc beraet kirin."
'Em dest jê bernadin'
Masîde Ocak, berteka malbatan bi bîr xist û got, "Hestiyên me yên ji bîrê hatin derxistin, îşkenceya giran a ku me kişand û şahidiya me wekî delîlên têrker nehatin hesibandin." Masîde Ocalk destnîşan kir ku îtîraza ku li Dadgeha Edaletê ya Herêma Gazîantepê li dijî biryarê hatibû kirin di 7'ê Gulana 2024'an de hatiye redkirin û îtîraza paşê ya li Dadgeha Bilind a Îstînafê hîn jî berdewam dike. Masîde Ocak anî ziman ku wan daxwaz kiriye ku Dadgeha Bilind di hefteya 1075'an de bi nêzîkatiyek ku rê li ber edaletê veke, di doza Kerboranê de divê biryarê bide û wiha bidawî kir, "Çend sal jî derbas bibin, em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo hemû windayên xwe, ji bo Davut Altunkaynak, Seyhan Doğan, Nedim Akyon, Mehmet Emîn Aslan, Abdurrahman Olcay, Abdurrahman Coşkûn, Süleyman Seyhan û Bilal Batir bernedin û em ê dest ji bîranîna her kesî bernedin ku dewlet mecbûr e ku di çarçoveya normên qanûnî yên gerdûnî de tevbigere."
Dayikên Şemiyê piştî çalakiyê qurnefîl danîn Qda Galatasarayê û çalakiya xwe bi dawî kirin.