Li El-Faşêrê binpêkirin û êrîşên zayendî yên komî zêde dibe
Ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve dagirkirina El-Faşêrê bû sedema fikarên mezin. Li gorî raporan li bajêr binpêkirinên mafên mirovan ên cidî yên mîna darvekirinan, destdirêjiyên komî û revandin tên jiyîn.
Navenda Nûçeyan – Di 27’ê Cotmehê de bajarê El-Faşêrê yê li rojavayê Sûdanê ku paytexta eyaleta Bakurê Darfûrê ye, ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) ve hate dagirkirin.
Bajar niha di nava karesateke mirovî ya wêranker de ye. Li gorî raporan, li herêmên darvekinên qadê, destdirêjiya komî û binpêkirinên mafên mirovan ên zêde tên jiyîn. Ev yek di nava Neteweyên Yekbûyî (NY) û civaka navneteweyî de bû sedema fikarên kûr.
Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor, têkildarî raporên binpêkirinên cidî yên mîna darvekirinên qadê, destdirêjiyên komî û hejmarek zêde ya revandin ên piştî dagirkirina bajera El-Faşêrê ya ji aliyê RSF’ê ve fikarên xwe anîn ziman. Ofîsa Mafên Mirovan a NY’ê, ragihand ku piştî RSF’ê bajar dagirkir, têkiliya bi El-Faşêrê re qut bûye, lê ji sivîlên ku reviyabûn Tuwaylayê “şahidiyên tirsnak” hatiye girtin.
Şahidên bûyerê, diyar dikin ku li bajêr komkujî, êrîşên zayendî yên li dijî jinan, êrîşên li dijî xebatkarên alîkariyê, talankirin û koçberkirina bi darê zorê tên jiyîn. Rayedarên NY’ê diyar kirin vîdyo û wêneyên hatine destxistin, asta van binpêkirinan piştrast dikin.
Berdevkê Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY’ê ragihand ku leşkerên RSF'ê ketine kampek penaberan a nêzî Zanîngeha El-Faşêrê û bi zexta çekan tewacizê herî kêm 25 jinan kirine û piştî vê bûyerê bi sedan malbat neçar mane ji kampê birevin. Her wiha li di raporan de tê diyar kirin ku RSF'ê bi taybetî jinan hedef digre e û li hin nexweşxaneyan birîndar û nexweş hatine qetilkirin.
Rayedaran, diyar dikin têkiliya bi bajêr re hê qut e û rewşa li herêmê "pir bi kaos" e. Rêxistinên navneteweyî, van bûyeran mîna sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê dinirxînin û daxwaza mudaxeleya lezgîn a navneteweyî dikin.