Rojnamevana Kurd a girtî ji hemû mafan bêpar tê hiştin

Rojnamevana Kurd Muderîs Gurcî li girtîgehê ji mafên xwe tê bêpar hiştin û dibin zextek tund deye.

Navenda Nûçeyan – Li gorî malpera dengê binçavkiriyên Kurd û Îranê, rojnamevana Kurd ya bi navê Muderîs Gurcî 8 mehin di beşa jinan ya girtîgeha Sine de dibin qedexekeyek tund de tê ragirtin û niha rewşa wê gelek nebaşe.

Çavkaniyê ragihand ku mafên sereke yên Muderîs li girtîgehê nehatine dabînkirin û hate gotin; “Peywendiya telefonê û dema derve hatiye sînordarkirin. Girtiya siyasî dibin çavdêriyek tund deye, guh didin guftugoyên wan, rê nadin biçin odeya pirtûkan”

Hêjayî gotinê ye Muderîs jinek rojnamevan ya Kurde û di dema şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibû binçavkirin, piştre di Hezîrana 2024’an de Dadgeha Şoreş bi tometa ‘belavkirina agahiyên ne rast’ 12 sal cezayê girtîgehê lê birî, piştre ev ceza ji aliyê Dadgeha Sine ve ji bo 16 mehan hate kêmkirin.

Muderîs Gurcî xelkê Sineye û ji aliyê medya cîhanê BBC ve weke yek ji 100 jinên bi bandorê ên cîhanê yên sala 2024’an ve hatiye nasandin.