Li Îranê pêla gef û zextê li hemberî rojnamevan û aktivîstan

Ji destpêka meha Mijdarê ve li Îranê pêleke nû ya gef û zextê li dijî rojnamevan û lêkolîneran destpê kiriye. Jin û aktivîstên di qada medyayê de dixebitin bûn hedefa vê pêlê.

MARÎA KADÎMÎ

Sine – Raporên qadê û daxuyaniyên aktivîstên di qada civaka sivîl û medyayê de, nîşan didin ku ji destpêka meha Mijdarê ve li Îranê pêleke nû ya bi serdegirtina malên rojnamevan, lêkolîner, aktivîstên civakê, binçavkirin û bangîkirin destpê kiriye. Ev kes demek dirêj e di bin çavdêriyê û gefên saziyên ewlehiya Komara Îslamê ya Îranê de ne. Lê belê di rojên dawî de rûbirûyî zêdebûna lêgerînên malan, destdanîna ser alavên şexsî û lêpirsînên tund mane.

Rojnamevanên jin ji ber nûçeyên çêdikin tên binçavkirin 

Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan, di hefteyên dawî de çend rojnamevanên jin ku têkildarî jinan, protestoyên pîşeyî û der barê tundiya pergalê de nûçe çêkirine bangê wan hatiye kirin, gef li wan hatiye xwarin û hatine binçavkirin. Malbatên hinek girtiyan diyar kirin ku têkildarî rewşa wan a zagonî û cihê li tên girtin de agahiya wan tune ye.

‘Xebatên min weke gefa li dijî rejîmê tên dîtin’

Rojnamevanek jin ku têkildarî mijarên jinan dixebite, nexwest navê xwe eşkere bike wiha got: “Her çend hefteyan carek bangî min dikin. Gelek caran gef li min hatiye xwarin. Ji min re gotin ‘ger tu karê xwe bidomînî tu yê werî girtin.’ Min tiştek derzagonî nekiriye. Tenê ez der barê pirsgirêkên jinan de dinivîsînim. Lê belê ev xebat li dijî rejîmê weke gef tê dîtin.”

Rojnamevan da zanîn ku qada zextê tenê bi cihê kar re sînordar nîn e û got: “Dixwazin jiyana me, qadên me yên civakî û rast kontrol bikin. Ger em qebûl bikin, em ê neçar bimînin ji bo nefesgirtinê jî destûrê bixwazin. Ez dixwazim azad bim. Ne tenê ji bo xwe, ji bo nifşên pêşerojê.”

Îran di aliyê binpêkirin û zextê de di nava 180 welatan de di rêza 176’an de ye

Di hinek rewşan de, hêzên ewlehiyê, dest danîne ser pirtûkên aktivîstan, nîşe û belgeyên lêkolînê. Aktivîstên sivîl vê rewşê weke hewldana tepisandin û pêşîgirtina agahiyên serbixwe dinirxînin. 

Di heman demê de, saziyên mafên mirovan diyar dikin ku li Îranê zextên li dijî rojnamevanan, girêdayî pêvajoyek pergalî û domdarî ye. Li gorî daneyên rojnamevanên sînornenas, Îranê di endeksa azadiya çapemeniyê ya sala 2024’an de di nava 180 welatan de, di rêza 176’an de cih girt û hê li cîhanê weke ‘ji bo rojnamevanan girtîgeha herî mezin’ tê zanîn.

Aktivîstên medyayê, diyar dikin ku domandina vê pêvajoyê dê rê li ber bêdengkirina qada civakî, bêagahîbûn û zêdebûna tirsa civakî veke, ev jî di aliyê pêşeroja civaka Îranê û azadiya îfadeyê de encamên xirab dê bi xwe re bîne.