Rojnamegerên Filistînî sala 2025’an di bin gefan de derbas kirin
Girtin, serdagirtinên malan û astengiyên li qadê, zextên sîstematîk ên li dijî rojnamgerên Filistînî nîşan didin. Li gorî Sendîkaya Rojnamegerên Filistînê, rojnamegerên jin bi şîdeta zayendî hatine hedefgirtin.
Navenda Nûçeyan – Îsraîl, li dijî rojnamegerên Filistînî girtin, êrîş û astengikirina şopandina nûçeyan didomîne. Ev rewş nîşan dide ku li ser xebatên çapemeniya Filistînê zext zêde dibin û mafên mirovî yên rojnamegeran tên binpêkirin.
Sendîkaya Rojnamegerên Filistînê, bi daxuyaniyek bal kişand ku hêzên Îsraîlê di sala 2025’an de bi awayê sîstematîk rojnamegerên Filistînî hedef girtine û hewl dane dengê medyaya Filistînê bibirin, pergala medyaya neteweyî qels bikin. Komîteya Azadiyan a Sendîkayê, diyar kir ku di tevahiya sala 2025’an de li Şerîaya Rojava, Qudus û herêmên di nava sînorên 1948’an de 42 rojnameger hatine girtin her wiha rojnameger di bendên kontrola leşkerî de, li ber deriyên sînor, li qadê, di dema şopandina nûçeyan de û di serdagirtinên malên xwe de hatine girtin.
Girtina rojnamegeran û bûyerên serdagirtina malan zêde bûn
Komîteyê, bi dehan bûyerên ku rojnameger di dema peywirên xwe de rast hatine belge kir. Di navbera wan de rojnamegerên ku nûçeyên serdagirtinên leşkerî çêkirine û xebatkarên alîkariya mirovî jî hene. Ev rewş nîşan dide ku bi girtinan hewl dane şahidên li qadê ji holê rakin û pêşî li ragihandina rastiyê bigrin. Di sala 2025’an de serdagirtinên li ser malên rojnamegeran û girtina malbatên wan zêde bûne. Her wiha diyar dibe ku rojnamegerên Filistînî yên jin hatine girtin, lêpirsînkirin û dersînorkirin, hinek rojnameger bi caran hatine girtin.
Komîteyê, diyar kir ku binpêkirin sûcên hatine kirin, di asta navneteweyî de binpêkirina mafên mirovan in û dikevin kategoriya sûcên navneteweyî.