Li Efganistanê bi futbola jinan re dengê berxwedanê hat birîn
Li Efganistanê futbola jinan, bi salan e bûye sembola têkoşîna jinan a ji bo tevlîbûna civakî. Lê belê, ev pêvajo bi ji desthilatbûna ji nû ve ya Talîbanê re, hate rawestandin û tîm hatin belavkirin. Hêvî û berxwedana bêdeng a futbolvanên jin didome.
BAHARAN LEHÎB
Belh – Li Efganistanê futbola jinan, bû sembola aşkera ya têkoşîna jinan a ji bo hebûn, wekhevî û xuyabûna civakî. Dîroka futbola jinan, vedigere destpêka salên 2000’an a piştî hilweşîna rejîma yekem a Talîbanê. Di vê pêvajoyê de, ji bo xebatên sivîl û werzîşê yên jinan, hawîrdorek hinek aşkeratir ava bû. Di vê pêvajoyê de, tîmên fermî yên ewil ên futbola jinan li Kabîlê û piştre li hinek parêzgehan hat damezrandin. Federasyona Futbolê ya Efganistanê jî beşek futbola jinan ava kir.
Ji bo jinên ciwan bû sembola hêviyê
Hebûna zarokên keç û jinên ciwan a li qadên futbolê, ne tenê çalakiyek werzîşî ye, li dijî vederkirin û îzolasyona bi salan çalakiyek sembolîk û civakî bû jî. Lîstikvanên jin ên futbolê yên EAganî, tevî çavkaniyên sînorkirî, zexta malbatê, gefên civakî û helwestên cudakar jî xebitîn. Bi motîvasyonek bilind, tîma futbola neteweyî ya jinên Efganî ava kirin û beşdarî pêşbirkên herêmî û navneteweyî bûn. Ev tîm, ji bo jinên ciwan bû sembola hêviyê û nîşan da ku jinên Efganî dikarin di werzîşê de jî biserkevin.
Rastî gef, şermezarkirin û xemsariya saziyên piştgir hatin
Li parêzgehên derveyî Kabîlê yên Belx, Herat û Bamiyan jî tîmên futbolê yên jinan hatin damezrandin. Li Mezar-i Şerîfê rûxmê sînorkirinên çandî, zarokên keç ên futbolhez, tîmên biçûk ên herêmî ava kirin û bi rahênerên jin an mêr ên ku piştgirî didan jinan re xebitin. Futbol, ji bo van jinan ne tenê lîstokek bû; rêya bidestxistina baweriya bi xwe, xilasbûna ji zextên derûnî û avakirina nasnameyek serbixwe bû. Lê belê, ev pêvajo bi berdewamî bi gef, şermezarkirin û bêxemiya saziyên piştgir re rû bi rû ma; gelek zarokên keç neçar man ku çalakiyên xwe yên werzîşê bi awayekî veşarî bidomînin.
Ked û serkeftinên bi salan, di bin gefê de man
Di sala 2021’an de bi ji nû ve vegera Talîbanê ya li ser desthilatdariyê re, futbola jinên Efganî mîna çalakiyên din ên jinan, bi fiîlî hate rawestandin. Talîbanê werzîşên jinan û bi taybetî jî futbol, li dijî şerîet û çandê ya bi xwe şîrove kirine, îlan kirin û hemû tîmên jinan belav kirin. Qadên antrenmanê hatin girtin, cil û bergên werzîşê hatin qedexekirin û gelek futbolvanên jin neçar man an welat biterikînin an jî di malên xwe de bimînin. Vê guhertina ji nişka ve, derbeyek giran li moral û pêşeroja jinên werzîşvan xist. Ked û serkeftinên bi salan, di bin gefê de man. Futbola jinan ku demekî sembola pêşketin û hêviyê bû, careke din bi bêdengî û qedexeyan re rû bi rû ma.

‘Futbol ji bo min ne tenê werzîşek, jiyan jî bû’
Di vê heyamê de çîrokên takekesî yên futbolvanên jin, vê trajediya bêdeng bi awayekî zelal radixe ber çavan. Yek ji wan jî Nefîse Wafa ya ji parêzgeha Belh û Mezar-i-Şerîf e. Nefîse Wafa, berî ku Talîban dîsa bibe desthilat, di tîma futbolê ya li herêma xwe de cih digirt. Nefîse Wafa, wiha dibêje: "Futbol ji bo min ne tenê werzîşek bû, jiyan jî bû. Dema ku ez li qadê dibeziyam, min hîs dikir ku ez azad im û dikarim bibim xwe”
Nefîse Wafa, ji temenê xwe ya biçûk ve bi futbolê re eleqedar bû û digel nerazîbûnên kesên li dora xwe jî perwerdehiya xwe domand. Nefîse Wafa, wiha got: “Derfetên me tunebûn, qadên guncaw tunebûn, lê dilê me tijî hêvî bû. Em difikirin wê pêşeroj baştir bibe.”
‘Min hîs kir ku min parçeyekî hebûna xwe veşart’
Nefîse Wafa, da zanîn ku piştî ji nû ve vegera Talîbanê her tişt di kêliyekî de hilweşiyaye û wiha pê de çû: “Rojek, gotin êdî antrenman nekin, futbola jin xilas bû. Min cil û bergên xwe veşart, pêlavên xwe danî aliyekî û min hîs kir ku min parçeyekî hebûna xwe veşart. Gelek hevalên min ên tîmê çûn derveyî welat an jî deprasyonek cidî jiyan kirin. Lê ez hewil didim di jiyana xwe de rêyek zindîkirina werzîşê bibînim.”
Nefîse Wafa, îro bi awayekî veşartî li mala xwe werzîşê dike û carna antrenmanên fizîkî yên hêsan nîşanî xizmên xwe dide. Nefîse Wafa, got: “Digel ku qad û tîm nîne jî ez nikarim futbolê ji bîr bikim. Ez ji keçan re dibêjim, hûn nikarin bi awayekî vekirî bilîzin jî, bihêz bin.”
‘Çîroka jiyana min, çîroka bi sedan lîstikvanên din ên jin ên futbolê ye’
Nefîse Wafa ya mîna jinên din ên li Efganistanê bihêvî ye, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Wê rojek şert û merc biguherin û jinên Efganî dikarin bi awayekî azad vegerîn futbolê. Çîroka jiyana min, mîna bi sedan lîstikvanên din ên jin ên futbolê ye û tevî xeyalên hatine pêkanîn, berxwedana bêdeng û zextan jî, sembola hêviya ku hêj di dilê jinên Efganî de dijî ye.”