Li Îranê protesto zêde dibin: Li kolanên 72 bajaran çalakî tên lidarxistin

Piştî ku nirxe riyalê Îranê pir ket, li sûkên Tehranê çalakiyan dest pê kir û di nava pênc rojan de li 72 bajaran belav bûn. Di çalakiyên ku bi êrîşên hêzên ewlekariyê û binçavkirina mirovan didomin de daxwazên aborî û siyasî tên ziman.

 

Navenda Nûçeyan – Piştî ketina nirxê riyalê Îranê, çalakiyên protestoyî yên li sûkên Tehranê dest pê kirine her diçe berfirehtir dibin û di demek kurt de li bajarên beşa navîn û herêmên Rojhilatê Kurdistanê belav bûn.

Çavkaniyên serbixwe, torên mafên mirovan û komên herêmî, diyar kirin ku bûne şahid di hinek rewşan de guleyên rast hatine avêtin, vîdyoyên ku pevçûnên di navbera çalakger û hêzên ewlekariyê de belge dikin hatin weşandin. Li gorî raporan, bi taybetî li eyaleta Loristanê di serî de li bajarê Kehdeşê (Kuhdaşt) di çalakiyên pênc rojan de neh kesan jiyana xwe ji dest dane, li eyalên cîran jî mirovên jiyana xwe ji dest dane hene.

Çalakiyên protestoyî belav bûn

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên cuda û vîdyoyên di medyaya dîjîtal de hatin weşandin, çalakiyên ku di saetên vê sibehê de dest pê kirine û grev li dehan bajarên Îranê didomin. Tê diyarkirin ku çalakî li eyaletên din ên Tehranê belav bûne, li paytextê ji sûkan heta zanîngehan, çalakiyên protestoyî yên li qadên berfireh bêlav bûne hene. Li eyaleta Fers, li Fesa, Şîraz, Îsfahan, Fuladşehr, Loristan, Kehdeş, Azna, Lurdîgan, Dorud, Hurremabadî Xuzistan, Ahvaz, Dezful, bajarê Kirmaşan û Îslamabada Rojava, her wiha li derdora Îlamê çalakî tên lidarxistin. Her wiha li Tebrîz, Hemedan, Arak, Necefabad, Yasuc û gelek bajarên din jî protesto û grevan dest pê kiriye. Dîmenên ku ji aliyê medyaya serbixwe ve hatin belgekirin, nîşan didin ku pêla protestoyan, ji navendên mezin derbas bûye, li bajarên biçûk û navendên herêmî belav bûye.

Vê sibehê tora OSINT Faytoks, nexşeriyek ku pêla protestoyên nû yên pênc rojan nîşan dide weşand. Nexşerê nîşan dide ku li tevahiya Îranê, li 72 bajaran çalakî hatine lidarxistin. Li gorî daneyan, hinek bajar, ji roja destpêkê ve beşdarî çalakiyan bûne, herî kêm li 15 bajaran, di di roja çaran de protesto çêbûne. Ev rewş nîşan dide ku pêla çalakiyan ber bi bajarên biçûktir ve belav dibe.

Kêlî bi kêlî çalakî tên şopandin

Nexşeriya Faytoksê ku dîmen û raporên qadê yên ji ser medyaya dîjîtal tên weşandin di demê de parve dike, tabloyek berfireh li ser çalakiyên di rojên dawî de pêşkêş dike. Di nexşeriyê de rengê sor, bajarên ku 28’ê Kanûnê de bûne cihê çalakiyan nîşan dide, rengê pirteqalî jî 15 bajarên ku di 1’ê Çileyê de tevlî tevberê bûne nîşan dide. Di nexşeriyê de her çendî tê diyarkirin ku bi daneyên ji gel tên amadekirin û pêdivî bi piştrastkirina li qadê heye jî; pir vekirî nîşan dide ku pêla çalakiyan ji navendên mezin derbas bûye, li bajarên biçûk û herêmên derdorê belav bûye.

Lîsteya 72 bajarên ku tevlî çalakiyan bûne, nîşan didin ku ev pêl ji aliyê erdnîgarî ve belavbûnek ku heta niha nehatiye dîtin nîşan dide. Navê bajarên Urmiye, Îze, Melayer, Şehrekord, Kazerun, Farsan, Ahvaz, Sebzevar, Esedabad, Azna, Vekîlabad, Maalîabad, Firuzabad, Nişabur, Çeharbax, Bender Abbas, Rabat Kerîm, Perdis, Esferayîn, Kazvîn û Abdananê jî di lîsteyê de cih digrin.

Tevger daxwazên ji bo debarê û aliyên siyasî dike yek

Çirûska çalakiyên ku ji navendên mezin belavî bi dehan bajarên navîn û biçûk bûn, ji Sûka Mezin a Tehranê dest pê kir. Dûre bi tevlîbûna karker, malnişîn û xwendekaran, hem mijarên daxwazên ji bo rewşa aborî hem jî siyasî kir yek. Ji ber ku medyaya fermî bûyeran qels nîşan da û înternetê asteng kir, welatiyan vîdyo û wêneyên xwe li ser platformên serbixwe yên medyaya dîjîtal parve kirin. Vê rewşê bû sedem ku çalakî bajar bi bajar bi lezgînî belav bibin û rolek mezin di berfirehbûna çalakiyan de lîst.

Binçavkirin û girtin didomin

Rêxistinên Mafên Mirovan, heta êvara 31’ê Kanûnê li Tehranê kesên bi navê Negar Ganbarî, Helna Restemî, Elnaaz Karî, Masume Nurî, Fatima Haşimpur û Aidaya ku paşnavê wê nehat hînbûn binçav kirin û wan sewqê beşa jinan a Girtîgeha Evînê kir. Saziyên mafên mirovan; piştrast kirin ku li Esferayîn, Dehloran, Dere Şehr, Îze, Bag-i Melîk, Yasuc û Kirmaşanê 29 kesên ku di navbera wan de du zarok û heft jin hebûne hatin girtin.

Di lîsteyên kesên girtî yên heta îro hatine weşandin de, gelek jin û mêr hene, çavkaniyên qadê diyar dikin ku hejmara rast a binçavkiriyan ji hejmarên hatine diyarkirin pir zêdetir e. Vê rewşê bi taybetî dema ku sîcîla rayedaran a di mudaxeleya tund a çalakiyan de li ber çavan tê girtin, bi malbatan re dibe sedema fikarên mezin.

Tevî hewldanên tirsandin û çewisandinê çalakî belav dibin

Raporên qadê yên ji bajarên cuda yên Îranê hatine, nîşan didin ku tedbîrên ewlekariyê heta tu bibêjî zêde ne. Bi taybetî di saetên nîvroyê û bi destpêka şeve re, dewriyeyên hêzên ewlekariyê bi çekên giran li kolalan digerin, hewl didin tirsê çêbikin û gel biçewisînin.

Li dijî vê yekê, li ser hesabên platformên medyaya dîjîtal, saziyên medyayê û kes û aliyên siyasî bangên ji bo çalakiyan tên kirin. Di asta siyasî de jî tê diyarkirin kus ê partiyên Kurd, dane xuyakirin ku ew destekê didin tevgera gel û bal kişandine ku dive li welat guherînên demokratîk çêbibin.