‘Binpêkirina agirbestan gefê li yekîtiya Sûriyeyê dixwe’

Di vê dema ku Sûriye, di pêvajoyeke hesas de derbas dibe de, bangên ji bo rawestandina şîdetê û avakirina îstîqrarê didomin. Beramberî vê tiştên diqewimin dijberî vê yekê ne, agirstên ku li gelek herêman hatine îlankirin nayên bicihanîn.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Endama Komîteya Civakî ya Xebatê Neteweyî Mî El-Germanî, diyar kir ku êrîşên li ser Suweydayê û komkujiyên li dijî sivîlan li ser niştecihên herêmê bandoreke xirab dihêle.

Mî El Germanî diyar kir ku tevî agirbesta piştî bûyeran hat îlankirin û bangên ji bo rawestandina çekan jî binpêkirin didomin. Di êrîşan de mirovên sivîl hatine kuştin, birîndar bûne her wiha zirarên madî çêbûne û wiha got: “Ji ber binpêkirina agirbestan, di navbera civakên cuda yên Sûriyeyê de dûrketin çêbûye û pergala civakî xirab bûye. Tirs û bêbawerî pir zêde bûye. Ev yek bûye sedem ku hinek kom daxwazên cudabûnê bikin lê ev yek ne ji ber daxwaza perçebûnê, ji ber kêmasiya parastinê û bêbaweriya li dijî hikumetê ye.”

Li Helebê binpêkirin dubare dibin

Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê di meha Nîsanê de di navbera mecîlên taxan û rêveberiya demkî de agirbestek hat îmzekirin lê rêveberiya demkî li gorî agirbestê tevnegeriya, binpêkirin domiyan û malbat bi zorê ji malên xwe hatin derxistin. Vê rewşê, nîşan dide ku binpêkirina peymanan dubare dibe.

Mî El-Germanî, balê dikşîne ku medyaya girêdayî rêveberiya demkî, hevgirtiyên Sûriyeyê berpirsyar dibîne, nefret û perçebûnê kûrtir dike, rastiyan berevajî dike û got ku divê rêveberiya demkî hemû Sûriyeyiyan bi awayekî wehev biparêze.

Peymana sêalî û bêewlehiya ku zêde dibe

Mî El-Germanî, diyar dike ku agirbesta ku di navbera Urdun, Sûriye û DYE’yê de hat îmzekirin, nehatiye pêkanîn, binpêkirinan dixin stuyê civakên herêmî. Mî El-Germanî wiha got: “Pirsa gelo binpêkirin ji aliyê civakên herêmî ve tên kirin tê kirin û berpirsyariya meqamên fermî ji nedîtîve tê dîtin ev yek jî krîza baweriyê kûrtir dike. Ji bo çêbûna baweriyê divê destpêkê hêzên li Heleb û Suweydayî paşve werin kişandin. Binpêkirin û komkujiyan bandorê li ser hemû Sûriyeyê kir. Helwesta alîgir a dewletê krîza heyî kûrtir kir.”

Hêmanên biyanî û pirsgirêkên ewlehiyê

Mî El-Germanî, da zanîn ku di nava hêzên ewlehiyê de komên biyanî yên nasnameyên wan cuda û radîkal hene, ev yek jî bêbaweriyê çêdike û gotinên xwe wiha berdewam kir:

“Sedema sereke ya binpêkirina agirbestê û bêîstîqrariyê van koman in loma dewlet nikare ewlehiyê çêbike. Gelên Sûriyeyê tenê dixwazin ewlehî û parastin hebe. ger ku dewlet van herdu mafên bingehîn pêk bîne dê dawî li nîqaşên cudabûn an jî perçebûnê were.”

Hevgirtina di navbera civakan de û nêzikahiya ji derveyî mezhebî

Mî El-Germanî, diyar kir ku hevgirtina ku Kurd û komên li herêmên keviyên Sûriyeyê nîşan didin, ji bo pêşîgirtina li xetera heyî mînak û tecrube ye, xwe naspêre mezhebgeriyê û got: “Gelê Suweydayê berê jî destek dabû civakên sunî, beşdarî xwepêşandanên aştiyane bûbû û alîkariya mirovî kiribû lewre hemû gelên Sûriyeyê yek in.”

Di rêveberiya demkî de gotinên nefretê

Mî El-Germanî got ku gotinên nefret û perçekirinê bi rêveberiya demkî re zêdetir bûne, di navbera hinek mezheban de, propagandayên kişkişandinê û helwestên biçûkxistinê yên li dijî kesên bi hovîtî hatine kuştin tên dîtin û wiha bi dawî kir: “Ji bo avakirina welatek li ser rastiyê, şertê yekemîn mekanîzmayên saziyî û esasgirtina peymanên neteweyî û navneteweyî ne. Rêveberiya demkî ya cîhadîst, xwedî vîzyoneke olperest e û ev yek ji bo ax û yekîtiya gelên Sûriyeyê gefek mezin e.”