Rapor: Di salek de 420 jin hatin kuştin

Li gorî rapora Navenda Lêkolînên Qadê SAMER di sala 2025’an de 420 jin hatin kuştin, 508 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Navenda Lêkolînên Qadê SAMER, raporek li ser êrîşên di sala 2025’an de li dijî jinan çêbûn weşand. Di rapora bi sernavê “Lêkolînkirina Bûyerên Şîdeta li Dîjî Jina ji 1’ê Çile–31’ê Kanûna 2025’an” de hat diyarkirin ku di salek de herî kêm 420 jin hatine kuştin. Di raporê de hat ragihandin ku 508 jinan jî bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Li dijî 170 zarokan sûcên destdirêjiyê

Di berdewamiya raporê de hat diyarkirin ku 662 jin rastî şîdeta fizîkî hatine, hezar û 89 jin bi zorê ber bi fihûşê ve hatine kişandin, 130 jin rastî tacîzê hatine û 25 jin jî rastî destdirêjiyê hatine. Her wiha hat diyarkirin ku 96 jin bi gef û heqaretê re rûbirû mane,  170 zarok rastî destdirêjiyê hatine.

Li gorî raporê ji sedî 60 bûyeran nasnameyên kiryaran nehatine tesbîtkirin lê diyar bûye ku di navbera kiryaran de hevjîn û mêrên ku têkiliyên bi wan re nêz bûne hene.

Di raporê de hat diyarkirin ku ji sedî 15 bûyerên kuştinê li Stenbolê qewimîne, di bûyerên tecawiz û destdirêjiya li ser zarokan de Stenbol di serî de ye. SAMER’ê hişyarî da ku dane tenê yên di çapemeniyê de hatine weşandin in, hejmara rast dibe ku pir zêdetir be.