Rojek û hestên destpêkeke nû...

Ji bihareke ku demsala hêviyan e; peyama ji giraveke dûr bi xwe re hêviyên kûr anî bi bayê Adarê re. Dibe ku dema pêkhatina hêviyan hatibe, rûpeleke nû ji bo neteweyek ku bi sedsalan e bindest lê çil sal in bi şoreşa xwe lehengiya serdemê dike vebe.

DÎLAN ADAR

Amed - Di rojeke ji destpêka biharê de, ji bo şahiya 8’ê Adarê dema ku ber bi qada pîrozbahiyê ve meşiyam, min hîs kir ku ne weke salên borî ye. Hesteke cuda di dilê min de çêbû, bi nêrîneke nû min li derdora xwe nihêrî, dîmen, dirûşm, îfadeya rûyê mirovan jî guherîbûn. Ken û hêvî hebû li rûyê jinên ji her temenî, zarokên ku cilên neteweyî li wan bûn dişibiyan nêrgiz û perperokan. Bi hezaran jin, mêr û zarokan bi hêvî û bendawariyeke nû, roja 8’ê Adara 2025’an bi hev re pîroz dikirin, dirûşmên çend xortên ciwan ên bi pankartê dimeşiyan qadê dihejand.

Bi salan e ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi hezaran kes li Qada Îstasyonê ya Amedê kom dibin. Ew qada ku xaçerê ye; ango di navbera çar riyan de ye, dema lê dinêrî dişibe balafirê. Aliyekî wê ber bi riya Xarpêtê ve diçe, aliyekî riya Mêrdînê, aliyekî Deriyê Rihayê ango Sûrê û aliyekî jî ber bi navçeya Rezanê ve diçe. Rezan û Sûr dibin baskên Qada Îstasyonê, ji her du milan ve kom bi kom mirov berê xwe didin cihê şahiyê, çend demjimêrên xweş, bi silavdayîn û axaftin bi hev re derbas dikin.

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema hat xwendin, te digot qey bayê hênik gotin û hevokên ku mirov ber bi dîrokê ve dibirin, ji dîrokê jî ji bo îro peyaman dianîn. Di hevokên ku pênaseya jinan, bi analîzên kûr û razdar dihatin kirin de, dema behsa serdemên dîrokî dihat kirin, te digot qey duh, îro û sibê bi jiyana efsûnî ya jinan re bûne yek û mirov bêyî hemdê xwe diçû beriya hezaran salan.

‘Dema neyêm rojên wiha dibêjim qey min tiştek xwe winda kiriye’

Di rojeke meha Adarê de ku di heman demê de meha rojiyê ye; jin û mêrên Kurd ên berxwedêr, dayikên cesûr ên li ser xetên rûyê wan şopa sedsalek heye; bi hêviya aştiyê, her yekê ji wan ji navçeyek bajar berê xwe dabûn Qada Îstasyonê. Bi rojiya ku girtibûn, bi duayên xwe, diyar dikirin ku ji bo rengê jiyanê li welatê wan biguhere ew her sal tên cihê şahiyê. Dayikek ku texmîn dikim temenê wê li dora 80 salî bû, li ser peyariya di nava rê de rûniştibû, bi destên vekirî dua dikir. Dema ku min silav dayê û roja wê pîroz kir, ji min re got “Kurê min dibêje dayê tu li Farqînê bî jî tu yê bi piyên xwe biçî mitîngan” min got tu ji Farqînê yî got erê û nav û paşnavê xwe ji min re got. Dûre hat bîra min ku min di çalakiyên roja Şemiyê de gelek caran wêneyê wê dîtibû. Bi bedena xwe ya zirav û rûyê xwe yê kej dişibiya zarokan. Diyar bû di jiyana xwe de gelek serboriyan dîtibû. Digot; “Ez qet nikarim rojên wiha berdim. Dema neyêm dibêjim qey min tiştek xwe winda kiriye divê em werin cihên wiha û nîşan bidin ku em mafên xwe dixwazin.”  

Bîra zarokatiyê ya ku her dem zindî dimîne

Dema ku ji qadê derdiketim di nava rê de jineke ciwan rûniştîbû. Rûyê wê ji min re nas hat. Çûm li balê rûniştim piştî silav û pîrozkirinê, min pirsî ji ku yî? Got “Ez ji Amedê me, mala min li navçeya Rezanê ye” lê deng û rûyê wê min bir zarokatiya min. Min texmîn kir ji gundekî nêz bû. Gundê me yê girêdayî Licêya Amedê ku dikeve aliyê deştê, gundekî biçûk bû. Yek ji riyên gund ber bi çemê Mûsiyan ve diçû, li aliyê din ê çem gundekî bi navê Kuredere ku şêniyên wê bi deng, axaftin, şêwazê jiyanê û sekna xwe cuda bûn hebû. Şêniyên gund ên ku koka wan digihîje Şêx Biziniyên li Başûrê Kurdistanê, gelek ji wan li Haymanaya Enqereyê jî dijîn, çawa bûbû ku hatibûn li gundekî deşta Amedê bi cih bûbûn. Di salên 1990’î de dema ku li ser gundan cerdevanê hat ferzkirin, tevî ku gelek gundên derdorê bûn cerdevan jî şêniyên Kuredere vê yekê nepejirandin û gelek ji wan berê xwe dan Amedê kesên cesûr jî ji gund derneketin. Îcar ez dizanibûm ji sedî sed ev jina xwedî sekneke cuda ji wî gundî bû. Min behsa gundê me kir, got em li wî gundî bûn lê ji ber bûn cerdevan em rabûn. Hema pê re got “Wî hûn cîranên me ne, ez ji Kuredere me.”

Dema min jê pirsî tu ji bo çi hatî vê qadê got ku ji bo mafên xwe hatime, em Kurd in mafên me jî hene, ev roj jî ji bo jinan e loma hatime. Dema min got jê pirsa pêşketinên nû kir min dît haya wê jê nîn e lê ya girîng ew bû ku haya wê jê hebû çima tê wê qadê.

Rojên mitîngan dişibin rûbaran... Her ku tu mirovan dibînî, dîmenê rûbareke ku diherike tê ber çavên tê. Pankart, wêne û rengên ku derdorê dixemilînin jî dişibin rengê ewran. Dibe ku ev sal bibe sala azadiyê, bidawîbûna şer, şîdet, kuştinê û bi rastî jî ‘bihar’ were vê erdnîgariyê.

Bi hêviya lihevhatin, aramî û aştiyê; 8’ê Adarê pîroz be!