Rejîma Îranê der barê girtiyek siyasî de dosyayek nû amade kir
Rejîma Îranê tepisandin û bêdengkirina jinan didomîne divê çarçoveyê de der barê girtiya siyasî ya bi navê Ferûx Taghî Pûr ku li girtîgeha Evînê tê girtin dosyayek nû amade kir.
Navenda Nûçeyan- Malpera Dengê Girtiyn Kurd û Îranê, têkildarî girtiya siyasî ya jin a li girtîgeha Evînê agahiyên nû parve kir.
Di malperê de hat diyarkirin ku desthilatdariya Îranê dosyayek nû der barê girtiya siyasî Ferûx Taghî Pûr a li girtîgeha Evînê tê girtin amade kiriye û dibe ku were erêkirin.
Her wiha heta detsnîşankirin ku Ferûx Taghî Pûr ji mafê pêwendiya telefonê û dîtina kes û karên xwe bêpar maye. Ev pêkanîn ji bo bêdengkirinê wek beşek a zêdebûna gefên li ser girtiyên siyasî hat nirxandin.
Her wiha hat destnîşankirin ku biryare Ferûx Taghî Pûr ji ber ‘propagandeya li dijî dewletê ‘ li Şaxa 2’an Dadgeha Lêkolîna navçeya 33’an, bi riya vîdeo konferansê lêpirsîn bikin.
Cihê bibîrxistinê ye, Furûx Taghî Pûr di sala 1994’an de ji dayîk bûye û beşa jimêryarî temam kiriye. Cara yekem di Adara 2020’an de li gel dayîka xwe hatibû girtin û piştî 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, heta Sibata 2023’an li girtîgeha Evînê ma û piştî hat berdan tenê di nava çend mehan de dîsa hat girtin.
Piştre di 21’ê Tebaxa 2023’an de bi nêzbûna salvegeran şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ carek din hat girtin û piştî veguhestina girtîgeha Evînê, ji aliyê dadgeha Şoreşê ya Tahranê ve ji ber sûcê ‘Serhildanê’ 15 sal cezayê girtîgehê lê hat birin. Ev ceza ji ber nebûna belgeyên temem, daxist 5 salan cezayê girtîgehê.