Îlham Emed û Rohilat Efrîn tevlê civîna li PEˊyê dibin

Endama S&D a Parlamenta Ewropayê Evîn Încîr ji bo civîna bi mijara Rojava û Sûriyeyê ya li Brukselê vexwendîname şand. Wê Îham Ehmed û Rohilat Efrîn jî tevlê civîna li PEˊyê ya li ser Sûriye û Rojava bibin.

Navenda Nûçeyan – Civîn wê li salona Spinelli 3H1 a Parlamenta Ewropayê saet di navbera 16:00-17:00 de pêk were.Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) û muzakerevana sereke ya muzakereyên bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê re dimeşîne Îlham Ehmed û Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrîn wê tevlê civînê bibin.

Di civînê de wê pêvajoya danûstandinan a navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê û peymana 29ˊê Çileyê bê nirxandin.

Di heman demê de dê hewldanên dîplomatîk ên dawî jî bêne nirxandin ku li Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê ji bo parastin piştgiriya navneteweyî hate meşandin.