Kampa Holê hat girtin
Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kampa Holê ya li başûrê Hesekê piştî derxistina niştecihên wê, girt. Dîmenên şewitandina konên kampê li ser înternetê belav bûn.
Navenda Nûçeyan – Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku kampa Holê ya li başûrê Hesekê girtiye. Dîmenên ku li ser înternetê belav bûne, nîşan didin ku di çend konên li kampê hatine şewitandin.
Rêveberê kampê ku ji hêla hikumeta demkî ve hatiye destnîşankirin Fadî El Qasim diyar kir ku kamp “piştî temamkirina pêvajoya valakirinê" hatiye girtin. El Qasim behsa mekanîzmayên valakirinê û rêxistinên ku malbatan pêşwazî kirine nekir.
Bi ragihandina girtina kampê re, dîmenên ku li ser înternetê belav bûne, nîşan didin ku di çend kon û deverên di nav kampê de agir derketiye. Der barê sedema van şewatan de tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.