Nasnameya 245 jinên hatine qetil kirin eşkere bû

Hate ragihandin ku nasnameya 245 jinên ku di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatibû lidarxistin de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin eşkere bûne.

Navenda Nûçeyan – Li gorî çavkaniyên herêmî, operasyonên binçavkirinê yên jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve bi aramca bêdengkirina denge jinan û kuştina ruhê berxwedana dîrokî ye.

Hate ragihandin ku di nava 2 rojên borî de 12 jin hatin binçavkirin û heta niha çarenûsa wan nediyare. Jinên hatine binçavkirin ji bajarên Kirman, Kerec, Bender Ebas, Dîwandere, Tehran û Gorganin.

Navê jinên hatine binçavkirin jî wiha ne: “Parêzer Fatme Ruhendî, Meryem Mîrzayî, Nîka Mihemûdî, Huda Fewrî, Şuar Kerîmzade, Seba Ehmedî, Ferîba Qehremanî, Ferzane Fesîhî, Mehdiye Zeraî, Nîrwana Turbetî Nejad û Saî Emîrxanî.

Li aliyê din li gorî Komîsyona Jinan ya Melisa Niştimanî ya Parastina Îranê, li Nexweşxaneya Gelan ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê nasnameya 245 jinên hatine qetilkirin hatiye eşkerekirin.

Hêjayî bibîr xistinê ye ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî xwepêşandan destpêkirine. Rejîma Îranê ji bo dawîkirina xwepêşandanan bi hezaran xwepêşander qetil kirine.