Şengalî: Em dorpeça hikûmeta Iraqê qebûl nakin

Girêdayî mêtirsiyên dawî yên li Şengalê, gelê Şengalê daxuyanî dan û gotin bila her kes li dijî metirsiyên heyî hişyar bin.

Şengal – Piştî zext û gefên dewleta Tirkiyê yên li ser Hikûmeta Iraqê, li Şengalê ev demeke arteşê Iraqê di nav liv û tevgerek metirsiyar de ye. Di nav du rojên dawiyê de bîryara komkirina çêkên welatiyan û di nav Şengalê de çêkirina noqteyên nû yên leşkerî ji aliyê gelê Şengalê bi gûman tê şopandin. Gelê Şengalê îro li dijî van metirsiyan li navenda Şengalê de daxuyaniyek dan. Daxuyanî li navenda Şengalê, dewera Yermûk ji aliyê Neam Bedel hate dayîn.

Daxuyanî bi vî awayî ye:

 “Em weke Civaka Êzidî dengê xwe radigihînin raya giştî, dewletên navnetewî, rêxistinên mafê mirovan û dewletên jenosîda Êzidiyan qebûl kirin e, li hemberî gefên li ser Şengalê, li ser Civaka Êzidî ku ji aliyê dewleta Tirkiyê û Iraqê tên kirin bê deng nemînin. Van gefan carek din fermana 2014’an tîne bîra me. Di 2014’an de derdora Şengalê bi hêzên DAIŞ’ê hatibû dorpeç kirin, niha jî ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve hatiye dorpeç kirin. Hîn hejmarek zêde civaka me li kampan koçber in, nevegeriya ne, hîn gorî komî nehatine vekirin û hîn bi hezaran jinên me yên Êzidî di destên DAIŞ’ê ne; Hikûmeta Iraqê, dewleta Tirkiyê û DAIŞ dixwazin carek din li ser Şengalê jenosîdekê pêk bînin. Civaka Êzidî di bin metirsiyek mezin de ye. Ji ber metirsiyan zarokên me şevan ranazên.

‘Nêzîkatiya Hikûmeta Iraqê nayê qebûl kirin’

Em bangawaziyê ji Hikûmeta Iraqê dikin ku dawiyê li vê rewşê bînin. Em jî hemwelatiyên Iraqê ne. Zarokên me li ser axa Iraqê, li Şengalê 2014’an li dijî DAIŞ’ê berxwedan, Şengal rizgar kirin û DAIŞ’ê li ser axa Şengal û Iraqê paqij kirin. Di roja me yê îro de Hikûmeta Iraqê dibêje em hêzên parastina Şengalê nasnakin û emê van hêzanan belav bikin. Ev nêzikatî nayê qebûl kirin. Pêwîste Hikûmeta Iraqê hêzên me yên parastinê; YBŞ, YJŞ û Asayîşa Hundirîn wekî hêzên Iraqê nas bike û qebûl bike.

‘Em amade ne ku bi diyalogê pirsgirêkên heyî çareser bikin’

Bangawaziya me ji gelê me jî heye vê helwesta Hikûmeta Iraqê qebûl nekin. Heke em îro ber xwe nedin wê tiştên ji 2014’an xerabtir bê jiyan kirin. Em bangî dewletên navneteweyî dikin, civaka xwe yê dervî welat dikin ku vê helwesta li dijî civaka me qebûl nekin û ber xwe bidin. Bi çalakiyan ber xwe bidin û daxwaza mafê civaka xwe bikin. Em weke Civaka Êzidî heta dorpêça li derdora Şengalê rane be, emê li her derê çalakiyên xwe li darbixin. Em amade ne ku bi Hikûmeta Iraqê rûnin û bi diyalogê pirsgirêkên heyî çareser bikin.”