Rageşî li ser sînorê Afganistan-Pakistanê zêde dibe

Ji ber pevçûnên di navbera her du aliyan de nêzîkî 115,000 Afganî û nêzîkî 3,000 Pakistanî koçber bûne, ev rewşa heyî bi xwe re di hêle ku fikarên ewlehiyê zêde bibin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên hatine weşandin, herêma sînor a di navbera Afganistan û Pakistanê de rûbirûyê rageşî, tohmetên hevbeş û pevçûnên çekdarî yên di navbera her du aliyan zêde bûne. Ev rageşiya heyî di hêle ku pevçûn berfirehtir bibin û aramiya herêmê bixe xeterê.

Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ji ber van pevçûnan bi hezaran malbat neçar mane ku malên xwe biterikînin û rewşa ewlehiyê ya herêmê bi giranî xirab bûye.

Herêma sînor ji 26’ê Sibatê vir ve rûbirûyê rageşiyeke leşkerî ya girîng bûye. Ev yek bi êrîşên hewayî yên Pakistanê piştî êrîşeke Afganî dest pê kir. Îslamabadê van pêşketinan wekî "şerekî tevahî" li dijî Talîbanê bi nav kir û Talîbanê bi piştgiriya komên çekdar ên ku li ser axa Pakistanê êrîşan dikin tawanbar kir. Kabûl van tohmetan red dike.