Girtiyan bi darê zorê vediguhezînin girtîgehên cuda
Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand û dibêje piştî ku navendek leşkerî ya li nêzî girtîgeha Mahabad ya li Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê Amerîkayê ve hate bomberbarankirin, girtiyên ku deriyê wan hatibû girtin, rabûn ser xwe.
Navenda Nûçeyan – Çiqasî şerê li ser Îranê dijwar dibe ewqasî rewşa girtiyên digirtigehan de dikeve nava xeteriyê de. Li gor agahiyên hatine dest xistin piştê ku girtîgeha Mahabadê hate bombebaran kirin, girtiyên siyasî veguhestin girtîgehek din.
Tê gotin hêzên rejîma Îranê êrişî girtiyan kirine û gazên çav dişewitînin, dijî girtiyan bikaranîne. Nêzî 18 girtiyên siyasî ku zêdetirî 10 sal cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn, bi darê zorê veguhestine girtîgeha Miiyandwaw.