Pervîn Buldan: Wê birêz Ocalan ji bo jinan deklarasyonek ragihîne
Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, ragihand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo 8’ê Adarê deklarasyonek amade kiriye û ew ê di mîtîngên 8’ê Adarê de were xwendin.
Navenda Nûçeyan – Di bernameyeke taybet a JIN TV de, endama Şandeya Îmraliyê, Pervîn Buldan ragihand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di 8’ê Adarê de ji bo Roja Jinên Cîhanê peyamek bişîne. Pervîn Buldan diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo 8’ê Adarê deklarasyonek amade kiriye ku weke nexşeriyek e û ew ê di mîtîngên 8’ê Adarê de were xwendin.
Pervîn Buldan der heqê hevdîtina ku di 16’ê Sibatê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirin de wiha got: “Di wê civînê de, me xwest nêrînên wî yên li ser 8’ê Adarê bigrin lê wî ji me re got ku ew di nava amadekariyên berfirehtir de ye, nexşeriyeke bi şiklê deklarasyona jinan amade dike. Wî got ku ew ê beriya 8’ê Adarê radest bike. Em hêvî dikin ku em di nav du rojan de vê deklarasyonê bigrin da ku di mîtîngan de were xwendin.”
Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bal kişand ser feraset û nêzikatiyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo azadiya jinan û wiha gotinên xwe domand: “Em dizanin ku birêz Ocalan li ser pirsgirêka jinan bi awayekî bi hêz dixebite. Di civînên ku hatine lidarxistin de, wî nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman, ka meriv çawa li dijî têkoşîna wekhevî û azadiya jinan, li dijî zordariya li ser jinan û li dijî kuştina jinan bisekine. Em hêvî dikin ku ev nexşeriya bi şiklê deklarasyonê ji bo 8’ê Adarê be. Gava ku em bigirin, em ê vê peyamê li mîtîngan û li meydanên giştî bixwînin. Birêz Ocalan 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir. Ew ê bi vê daxuyaniyê peyamên girîng bide.”