Di şerên ku tên derxistin de ên zêde zirarê dibînin jin zarok in

Di hemû şer û pevçûnan de yên ku zêdetir zirarê dibînin, bêwar, bêparastin û hemû pêdiviyên bingehîn ên jiyanê dimînin jin û zarok in. Di şerên ku tên derxistin de mirovên sivîl, bi taybetî jin û zarok bedelên giran didin.

PERŞENG DOLETYARÎ

Navenda Nûçeyan –Di ser şerê DYE û Îsraîlê yê li dijî Îranê û her wiha di nava hinek welatên Ereb de ku rasterast ketine nav şeran de, hefteyek derbas bû. Ev qonax ne tenê hevsengiya hêzê ya li Rojhilata Navîn, di heman demê de têgînên weke ‘tundrew’ û ‘ewlehiya herêmê’ xist pêvajoya ji nû ve pênasekirinê. Ev şer weke encamên bi salan ên rageşiyên kom bûne, reqabeta jeopolîtîk, lihevnekirinên li ser dosyayên nukleerê û şerê wekaletê ku li derdora erdnîgariya Îranê tê meşandin, niha veguheriye şerekî vekirî.

Di van demên krîtîk de, ji şerên cîhanê yên sedsala 20’an, ceribandinên dîrokî ku heta pevçûnên Rojhilata Navîn ên roja me ya îro didomin, nîşan didin encamên bingehîn ên şeran ne çeperên leşkerî ne. Her şer du astên wan hene, hêz û civak. Ya yekem dewlet û artêş birêve dibin, ya duyem jî jin, zarok û malbat bi beden û ruhê xwe tên ceribandin.

Jin û zarok bedelên şeran didin

Ger di aliyê teoriya ewlehiya mirovî de were nêrîn, dema şer dikeve cihê ‘ewlehiya dewlet’ û ‘ewlehiya mirovan’, vediguhere krîzeke kûr. Di rewşeke wiha de komên ji hêza siyasî bêpar, bi taybetî jin û zarok, dibin aktorên herî zû dişkên. Ew ne di sazûmankirina stratejiyan de rol digrin, ne jî beşdarî pêvajoyên biryargirtinê dibin, tevî vê jî bedelên herî giran ên şer bi awayek mirovî, aborî û psîkolojîk jin didin.

Ji ber vê di vî şerî de lêkolînkirina rewşa jin û zarokan, perçeyek analîza siyasî ya berfireh der barê fêmkirina xwezaya şer û bandorên li ser pêşeroja Îran û civakê de ye. Şer dema agirbest tê îmzekirin bi dawî dibe lê belê bandorên wê di pergala perwerdeyê de, tenduristiya ruhî ya nifşan û sermayeya civakî ya civakan de bi dehan salan didome. Ji ber wê fêmkirina cihê jin û zarokan di nava vê krîzê de, kilîta kûrahiya krîza rast û fêmkirina berfirehiya wê ye.

Di 5 rojên şer de 181 zarok hatin kuştin

Li gorî saziyên serbixwe û raporên medyayê, heta roja 5’an a şer, di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de 181 zarokên di bin 10 salî de hene, di nava birîndaran de jî 100 zarok hene. Li bajarê Mînab ê eyaleta Hormozganê, di êrîşa li dijî dibistaneke keçan de trajediyek eşkere ya mirovî hatibû jiyîn. Zêdeyî 160 xwendekarên keç, mamoste û xebatkarên dibinstanê jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Ev hejmar nîşaneya windahiya mirovî ya ku di qadên şer de zarok ku komên herî bêguneh ên civakê ne rast hatine nîşan dide. Kêmbûna binesaziyên bicihbûna bi bandor, lawaziya pergala hişyariya êrîşên hewayê û cihgirtina saziyên perwerdeyê li herêmên pevçûnan, zarok li gorî komên din rasterast dixe nava metirsiyeke mezin.

Li aliyê din, di pevçûnên didomin de, jin ne tenê bi êrîşên hewayî û gefên rasterast re rûbirû ne, ji her encamên ku ji ber şeran diqewimin zirarê dibînin. Hilweşîna beşa pergala tenduristiyê, xelaya dermanan û bi taybetî tenduristiya zêdekirinê û nebûna xizmetên lênêrîna ducaniyan, xeterên ku gelek caran di îstatîstîkên şer ên fermî de nateyîsin e. Koçberiya hundirîn û cihguherîna neçarî, jinan ber bi cihekî gelek zor ve dibe. Ev rewş ewlehiya fizîkî, xweghandina çavkaniyan û desteka civakî lawaz dike.

Hemû bar li ser milên jinan e

Li gel vê ziyan tenê bi xetereyên fîzîkî sînordar nîn e. Şer beşa kar a civakî, bi awayekî newekhev ji nû ve sazûman dike û di asteke mezin de barê lênêrîna zarok, extiyar û birîndaran li ser milên jinan dihêle. Lê belê di qadên şer de hejmarek zêde ya hebûna mêran an jî ji ber aborî û ewlehiyê ji zivrîneka jiyana normal derketin. Ev berpirsyariya zêde, rê li ber têkçûna aborî û psîkolojîk ku piştî bi salan dema şer bi dawî dibe jî bidome vedike.

Dema di aliyê aboriya siyasî de li şer bê mêzekirin, jin ji qadên karê fermî ku her diçe tên dûrxistin û bê ewle, rastî ber bi xeteriya kişandina aboriya derveyî qeydan ve tê. Kêmbûna debara malbatê, enflasyona ku şer gur kiriye û kêmaniya di torên belavkirinê de, gefê li ewlehiya wan a debarê dixwe. Di heman demê de ceribandina windakirina hevjîn, zarok û endamên din ên malbatê, bi fikarên kronîk, depresyon û hesta nearamiya civakî, derbeyek giran a hestiyarî ava dike. Ev rewş ne tenê pirsgirêkek kesî ye, meydanxwendina pargalî ya ji bo avakirina ji nû ve civakê piştî şer e.

Di ceribandinên dîrokî yên şerên nû de, jin gelek deman bûne stûna veşartî ya jiyana civakê û ji nûve avakirinê lê belê ev rol piranî, bêyî desteka sazî û aboriyê, mafên wan ên civakê neketiye bin temînatê.

Bi îfadeyeke din, şer tenê erdnîgariya siyasî naguherîne, di heman demê de vediguherîne endezyariya pergala malbatê di civakê de û têkiliya hêzê ya di nava civakê de. Di vî alî de rewşa jinan ji bo pîvana kûrahiya krîzê, nîşaneyek diyarker e. Pergalên destekê ya der barê wan de çiqas lawaz be, pêvajoya ji nûve avakirina neteweyî wê ewqas zor û şikestî be.

Şer pergala civakî û psîkolojîk a civakî dike hedef

Lê belê asta felaketê bi hejmara mirin û birîndaran re sînordar nîn e. Şer pergala civakî û psîkolojîk a civakî dike hedef. Zarok rasterast dibin şahidên tundiyê, windakirina dayîk û bavên xwe û ceribandinên bêewlebûna kronîk dibin. Ev rewş rê li ber fikarên mayînde, xirabûna stresa piştî travmayan, xirabûna nêzîkatiyan û krîza nasnameyê ya di nava nifşan de vedike. Ev cure ziyan gelek deman, piştî şer bi dawî dibe, bi salan didome û sermayeya mirovî ya welatek bêdeng dimije.

Krîz û encamên wê belavî hemû civakê dibin

Jin jî di vê pêvajoyê de bi gelek rewşên zor re rûbirû dimînin. Li aliyekî di bin gefa şerê rasterast de ne, li aliyê din jî weke stuna bingehîn a malbatan barê ji nûve avakirina psîkolojîk û aborî digrin. Li ser erkên weke berpirsyariya aborî ya zêde dibe, lênêrîna zarokan girtin, lênêrîna extiyaran û rêveberiyên krîzên hestiyarî zextek mezin ava dike û encamên vê belavî tevî civakê dibin.

Belavbûna malbatan, koça derve û hundirîn, windahiyên serweriya malbatê û hilweşîna torên destekê, ji bo avabûna nifşek di nava bêewlebûna pergalî de mezin bibin zemîn amade dike. Nifşek wiha li hemberî saziyan bêbaweriyek kûr, qutbûna civakî, zivrînekên ku tundî ji nû ve were hilberandin dibin. Di vî alî de şer ne tenê bûyereke leşkerî ye, pêvajoyeke ku pergala civakê ya bi dehan salan biguherîne ye.

Di encamê de, dema ku biryarên şer di asta dewlet û fermandariyên leşkerî de were girtin, bedelên giran beşên ku tu para wan di pêvajoyên biryargirtinê de tune ye didin. Cudahiya di navbera ‘hêza biryargirtin’ û ‘xwe li ber encaman bigre’, pirsgirêka jin û zarokan, tenê ji mijarek mirovî derdixe û di pergalên navneteweyî de dibe pirsgirêkek bingehîn a siyasî û exlaqî.

Krîza heyî, ji pevçûnek leşkerî wêdetir, di aliyê baweriya sazûmaniya hiqûqa kûrewî de ezmûnek e. Bersiva pirsa; civaka navneteweyî rêgezên ku bi xwe daniye wê biparêze? Hiqûqa mirovî, ji bo sivîlan hê mertala parastinê ye yan ne an ji li kêleka dema şeran de, wê dabixin metnek sembolîk a bêbandor an ne wê diyar bike.