Ji Akademiya Jineolojiyê Aynur Sarica: Modela Rojava di bin êrîşan de ye

Aynur Sarica êrîşên li ser Rojava bi gotinên; “Armanca kujerên kastîk tunekirina civakên bi pêşengiya jinan e” nirxand, got ku divê ji bo aştî û çareseriyê jin esas werin girtin û diyar kir ku di şeran de zihniyeta netew dewlet û desthilatdariya mêr heye.

MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN

Wan – Modela jiyana nû ya li Rojava hatiye avakirin, dijberî modela netew dewletê bi esasgirtina pergala neteweya demokratîk, jiyana ku li cîhanê dibe mînak ava kiriye. Şoreşa Rojava ya ku li dijî hêzên dagirker zihniyeta paşverû bi pêşengiya jinan çêbû, di heman demê de di sedsala 21’ê de ji bo gelan bû îlham. Îlankirina Rêveberiya Xweser, pergala hevserokatiyê, bi feraseta jiyana demokratîk komunal, pergala komîte, hiqûq  û edaletê Şoreşa Rojava cewherê xwe diparêze.

Lê ev şoreş bi awayê pergalî di bin êrîşan de ye. Herî dawî, êrîşên çeteyên girêdayî rêvebriya demkî ya Sûriyeyê û dewleta Tirk, li Rojava bûn sedema komkujiyan. Ancak devrim sistematik bir şekilde saldırı altında. Son olarak Suriye geçici yönetimi ve Türk devletine bağlı çetelerin Rojava’ya yönelik saldırıları katliamlara neden oldu.

‘Ji ser Rojava êrîşê paradîgmayê kirin’

Ji Akademiya Jineolojiyê Aynur Sarica, li ser êrîşên li Rojava nirxandin kir. Aynur Sarica bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êrîşên li ser Rojava weke “komploya duyemîn a 15’ê Sibatê” bi nav kiriye û got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999’an de bi komploya 15’ê Sibatê hat girtin. Ev yek êrîşeke li ser paradîgmayê û xeta netew dewletê bû. Heman êrîşê piştî 27 salan ji Rojava dest pê kirin. Ev tesaduf nîn e. Di dubarebûna dîrokê de dîsa Kurd û destkeftiyên wan bûn hedef. Dewletên emperyal xwestin êrîşê vê paradîgmayê bikin û li wê derê cih ji xwe re çêbikin.”

‘Jin bi têkoşînê li Rojava bûn xwedî destkeftî’

Aynur Sarica, bal kişand ser êrîşên ku di sala 2014’an de li ser Kobanê çêbûne, diyar kir ku hedefa DAIŞ’ê destpêkê jin bûn û wiha domand: “Tabloya me li wê derê dît, nîşan dida ku hemû êrîş li ser nasname û destkeftiyên jinan bûn. Jinan bi berxwedana bêhempa nîşan dan ku ew ê tu nehêlin çeteyên DAIŞ’ê xwe li wê derê bi cih bikin û bi gotina ‘heta azadiyê em ê têbikoşin’ şerekî mezin raber kirin. Di dawiyê de jî gelek destkeftî çêbûn.”

Aynur Sarica, diyar kir ku bi têkoşînê û bedelan paradîgamaya azadiya jinan li Rojava jiyanî bûye û wiha domand: “Rojava modela jiyana ku li cîhanê mînaka wê tune ye. Jiyana ku bi modela mafên jin û zarokan, demokrasî, hevjiyana azad û jineolojiyê hatiye hûnandin hat avakirin. Bi salan e li dijî vê modelê gef didomin. Sedema van gefan jî ew e ku jiyana bi vî rengî dikaribû dawî li koletiyê bîne. Ji aliyê zihniyeta ku naxwaze koletî bi dawî bibe, koletiyê ferz dike ve li ser Rojava êrîş çêbûn. Êrîşê jinan dikin lewre dizanin ku jinx we û civakê dema azad dikin, li hemû cîhanê bandorê çêdikin. Baş dizane ku hêza xweparastina jinan neşikîne dê ew bi xwe tune bibe, bi destên jinan dê dawî li koletiyê were û pergala jiyana hevjiyana azad ava bibe.”

‘Zihniyeta ku êrîşê Rojava kir û dewleta Tirk heman e’

Aynur Sarica, da zanîn ku nêzikahiya li cenazeyên jinan û jêkirina pore wan, ne tenê peyama ji bo jinên Kurd ên li Rojava ye, peyama ji bo hemû jinên cîhanê ye û wiha berdewam kir: “Bi tiştên ku li wê derê hatin kirin, xwestin peyama ‘cih, roj û misyona jinan em diyar dikin ger hûn serî rakin em ê wiha bikin’ dan. Jinên ku vê peyamê fam kirin, keziyên xwe çêkirin, porê xwe jêkirin û tevlî têkoşînê bûn. Bi deng û rengê jinan bersiv dan vê zihniyetê û vê yekê di raya giştî ya cîhanê de deng veda. Li Bakur dewleta Tirk a ku xwedî heman zihniyetê ye, zarokên keçik ên keziyên xwe çêkirin girt, der barê kesên ku keziyên xwe çêkirin de lêpirsîn vekir. Diviyabû kesê ku vê yekê kiribû bihata darizandin ne yên ku keziyên xwe çêkirin.”

‘Divê jin mekanîzmayeke ku hêza xweser a jinan derxe holê ava bikin’

Aynur Sarica diyar kir ku li Tirkiyeyê jî li dijî hêza jinan bêtehemulî heye û got: “Li her cihê em dijîn, hebûna jinên Kurd, zihniyet û ramanên wan, her dem tê redkirin. Qadeke taybet hatiye avakirin û di nava vê qadê de rayeya bêsînor ji bo mêran hatiye dayîn, derfet didin ku li dijî jinan bi her awayî tehekum û hovîtiyê bikin. Li dijî komkujiyên li ser jinan, polîtîkaya bêcezatiyê tê meşandin. Sedema komkujiyên jinan ên li Tirkiyeyê ev yek bi xwe ye. Di nava zihniyeteke ku hatibe avakirin de mekanîzmayeke ku mafên jinan, mafên zarokan biparêze tune ye. Tirkiye veguheriye goristaneke jinan. Jinên di wê goristanê de hemû hatine kuştin, tu kes ji wan bi xwezayî nemiriye. Zagonên ku dibin sedema vê komkujiyê hene. Divê ku jin ji hev re bibin war û mekanîzmayeke ku hêza wan a cehwherî derxe hole ava bikin.”

‘Divê em bi hêza xwe komunan ava bikin’

Aynur Sarica diyar kir ku divê jin hêza xwe ya cewherî bi jiyana komunal ava bike û wiha domand: “Dema em îro li çar aliyên Kurdistanê dinêrin dibînin ku bi mîrasa me ji civaka dayiksalar girtiye, em ji hev dûr û biyanî nîn in lê em ji hev hatine dûrxistin û biyanî mane. Li cihekî ku em di pergaleke nikare me biparêze de bimînin divê em bi hêza xwe komunan ava bikin. Divê komunên ku jin bi hêza xwe bikaribin xwe biparêzin, pêdiviyên xwe bi cih bînin, li dijî şîdet, tacîz, tecawiz û komkujiyan derbikevin werin avakirin.”

‘Encama zihniyeta bi hezaran salan’

Aynur Sarica da zanîn ku zihniyeta koledariya jinan xwe disperse serdemên beriya dîrokê, bi bîr xist ku di wan serdeman de şer tune bûne, jiyan li ser bicihbûn, xwawrin û parastinê bûye û rêveberên wê jiyanê jin bûne. Aynus Sarica behsa serdema Neolotîk û kujerên kastîk ên wê demê derketine kir, diyar kir ku rêberê Gelê Kurd vê yekê bi gotinên; “eşkerebûna kulubên nêçîrê” bi nav dike.

‘Kujeren kastîk xwestin civakên ku pêşengên wan jin in tune bikin’

Aynur Sarica gotinên xwe wiha domand: “Dema em li serdema Neolotîk dinêrin, dibînin ku kulubên nêçîrê êrîşê nirxên jinan û jiyanê, klanên li wan deran dijîn dikin, jiyanê hedef digrin. Di vê mijarê de Rêbertiyê pênaseya ‘kujerê kastîk’ derxist hole. Di hewldan a li wê derê de tê dîtin ku qesda tunekirina fizîkî ya kesên li hemberî xwe heye û ev yek jî zihniyeta xwedî meyldariya kuştinê ye. Bi derketina kujerên kastîk di roja me de meyldariyek ji bo tunekirina civakên bi pêşengiya dayiksalar dest pê kir.”

‘Dê aştî bi destên jinan çêbibe’

Aynur Sarica bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di salvegera “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” de sand û wiha got ku Abdullah Ocalan diyar kiriye ku sedema bidawîbûna şoreşên cîhanê, di rastiyê de cih û misyona jinan û dûrbûna wan a ji civakê ye û wiha gotiye: “Bi ve veqetînê re civakîbûn belav bû. Li cihekî ku jin di nava civakê de nebe, em nikarin behsa jiyanê, demokrasî û wekheviyê bikin.”

Aynur Sarica wiha bi dawî kir: “Ji ber wê em jin xwe li paradîgamaya Rêberê Gelê Kurd digrin, hewl didin xeteke têkoşînê bihûnin. Di pirtûkên xwe de her dem bi bîr dixe ku ‘Li cihekî ku jin tunebin, mirov nikare behsa azadbûyînê bike. Li cihekî ku têkoşîn bi jinan be, mirov nikare behsa serkeftinê bike.’ Em jî tam ji vir ve nêz dibin. Şoreşeke ku pêşengiya jinan tunebe çênabe. Bi destpêkirina pêvajoya muzakereyan re, têgeha ‘azadbûna jinan’ a ku Rêbertî her dem tîne ziman divê pêk were. Bi halê heyî, di hemû şerên ku di dîrokê de bi têkbirinê bi encamp bûne de em dibînin ku zihniyeta serdest a mêr heye. Ger aştî çêbibe bi destên jinan dê pêk were.”