Projeya ‘Parastin’ li Mexribê ji bo parastina mafên zarokan dixebite

Çalakvana mafên mirovan û endama Komaleya Xatwa ya Mexribî Kewser El-Silêmanî da zanîn ku projeya "Parastin" a li dijî karkirina zarokan karîbû 40 zarokên temenê zagonî derbas nekirine ji qadên kar rizgar bike.

RECAA XEYRET

Mexrib – Di 30'ê Nîsanê de Komaleya Xatwa (Komaleya Gav) ku di warên bihêzkirina civakî û aborî ya jin û zarokên di rewşên dijwar de dixebite, li Marakeşê civînek lidar xist. Di civînê de encamên projeya "Parastin" hatin aşkerakirin. Di civînê de hat ragihandin ku 40 zarok, ji atolyeyên hunerî, mal û cihên din ên kar ku beriya bighên temenê qanûnî neçarî kar bûne, rizgar kirine. Di civînê de organîzatoran diyar kirin ku projeya "Parastin" ji bo têkoşîna li dijî karkeriya zarokan a di temenê biçûk de ye. Ev proje bi hevkariya Wezareta Entergrasyona Aborî, Karsaziya Biçûk, Kar û Jêhatîbûnê hatiye pêkanîn. Armanca projeyê rê li ber bikaranîna zarokan bê girtin û zarokên 15-18 salî ji karên xeternak bên rizgarkirin.

'Proje li dijî karkirina zarokan e'

Derbarê komên hedef ên projeyê de, çalakvana mafên mirovan û endama Komaleya Xatwa Kewser El-Silêmanî axivî. Kewser El Silêmanî ragihand ku projeya wan zêdetirî salekê ye didome û wiha got: “Zarokên di bin temenê zagonî de û malbatên wan hedef digre. Bi rêya vê projeyê me karîbû ji 80 zarokan tenê 40 zarokên ku di atolyeyên xeternak de dixebitin rizgar bikin. Her wiha projeyê bi riya komaleyên dê û bavan û komaleyên ku di vî warî de dixebitin, malbat jî hedef girtin. Ji ber ku ew berpirsiyarên sereke yên karê zarokên xwe ne."

'Rêbaza destwerdana projeyê li ser sê xalan dabeş dibe'

Kewser El-Silêmanî bal kişand ser rêbaza destwerdanê û wiha axivî: "Ew li ser sê xalên sereke hatiye avakirin. Benda yekem girîngiya pêşîlêgirtina vê bûyerê ya bi riya hişiyarkirina cûrbecûr a di komên civakî, aktor, berjewendîdar û aliyên peywendîdar de ye. Xala duyem, parastina bi riya dûrxistina van zarokan a ji atolyeyan e. Xala sêyemîn jî li ser pêdiviya destekkirina zarokan a di vegerandina wan a nav saziyên perwerdehiya pîşeyî û saziyên perwerdehî û hînbûnê de ye."

'Proje di rizgarkirin û ji nû ve entegrekirina 40 zarokan de bi serket'

Kewser El-Silêmanî li ser encamên projeya "Parastin" jî rawestiya. Kewser got ku Proje, di rizgarkirin û ji nû ve entegrekirina 40 zarokan de bi ser ketiye û wiha pê de çû: “Her wiha hişyariya derbarê xeteriya vê bûyerê de zêde kir. Ji bo çalakvanan ne hêsan bû ku bikevin qadên xebatê da ku van zarokan rizgar bikin û ji nû ve entegre bikin. Ev yek hewldanên hevgirtî û qanihkirina karmend û malbatan ji giraniya rewşa zarokan û pêwîstiya ji nû ve entegrekirina wan a di saziyên perwerdehî, hînbûn, an pîşeyî de hewce kir."

Derbarê encaman de organîzatoran destnîşan kirin ku belavkirina li gor qadan bûye sedem ku ji 40 zarokan 18 di pîşesaziyên kevneşopî de, 12 di xizmetguzariyê de, 8 di geştiyariyê de û 2 jî di karên navmalî de bixebitin. Ji aliyê zayendê ve jî 35 zarokên kur û 5 zarokên keç hebûn ku piraniya wan li malan dixebitîn.

'Tevî îmzekirina peyaman karkirina zarokan li welêt rû didin'

Nûnera Wezareta Entegrasyona Aborî, Karsaziyên Biçûk, Kar û Jêhatîbûnê Esmaa Sûhêl jî derbarê wezaretê de agahî dan û wiha got: "Wezaret ji sala 2011'an ve hevkariya civaka sivîl dike. Bûyerên karkirina zarokan ji ber sedemên curbicur çêdibin. Xizanî, nedayîna girîngî ya ji bo xwendinê û belavbûna malbatê. Bidawîkirina vê bûyerê jî pêwîstiya xwe bi karek kolektîf heye. Mexribê derbarê karkirina zarokan a di bin temenên zagonî de gelek peyman îmze kiriye. Lê dîsa jî bûyerên karkirina zaroakn li welêt rû dide."

'Ji bo bicîhkirina zarokan pêdîvî bi beşdariya civaka sivîl heye'

Di dawiya axaftina xwe de Esmaa Sûhêl mijara alternatîfan anî ziman ku bi riya wan mufetîşê kar dikare karê xwe bi rizgarkirina zarokan a ji cihekî kar ku rêzê li qanûnên di meriyetê de nagire, pêk bîne. Esmaa wiha got: “Lê ev zarokê ku deh sal in neçûye dibistanê, dê ber bi ku ve were birin? Ji ber vê yekê, beşdarbûna civaka sivîl dê ji bo ji nûve bicîhkirina van zarokan bibe pêdiviyek ferz."

Ji bo hişyarkirina li ser bûyera karkirina zarokan, kurtefîlmek bi navê "Xewnek hat paşxistin" hat nîşandan. Tê de bandorên kar ên li ser derûnî û bedena zarokan, tê vegotin. Kurtefîlm balê dikşîne ser bêparbûna zarokan a ji mafên xwe yên di serî de xwendin û hînbûnê.