‘Îsraîlê hezar û 373 Fîlîstiniyên li benda alîkariyê bûn kuşt’

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku Îsraîlê li Xezeyê herî kêm hezar û 373 Fîlîstiniyên li benda alîkariya mirovî bûn, kuşt.

Navenda Nûçeyan – Buroya Xaka Fîlîstînê ya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’ê daxuyanî da û diyar kir ku ji 27'ê Gulanê ve li Xezeyê herî kêm hezar û 373 Fîlîstînî dema li benda alîkariya mirovî bûn, ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin kuştin. Buroyê got, “Piraniya van mirinan di dema lêgerîna alîkariya xurekê û encama gulebarana artêşa Îsraîlê de, çêbûn.”

NY’ê destnîşan kir ku Îsraîlê di 27’ê Tîrmehê de ragihandibû ku wê operasyonên leşkerî ji bo gihîştina alîkariya mirovî ji bo çend demjimêran rawestandiye, lê dîsa êrîşên xwe berdewam kiriye