Pîvanên sexte yên bedewbûnê: Divê jin nexapin
Jinên Lîbyayî têkildarî emeliyatên bedewbûnê gotin ku kapîtalîzm pîvanên sexte yên bedewbûnê datîne pêşiya jinan û divê jin ji vê nexapin. Jinan zirerên ku bi xwe dîtine anîn ziman û gotin divê jin ji vê yekê nexapin.
MUNA TOKA
Lîbya – Kapîtalîzm hewl dide ku têgeha bedewbûnê veguherîne qadekî bazirganiyê. Bi afirandina standertên bedewbûnê û belavkirina wê ya bi riya wêneyên kesayetên navdar di kovar û torên dîjîtal de, him hewl dide kara xwe zêde bike, him jî bi vê riyê civak û jin bi şerekî taybet re rûbirû tên. Jinên ji Lîbyayê ku li ser pîvanên sexte yên kapîtalîzmê li ser bedewbûnê reklama wê dike axivîn, gotin ku berhemên tên firotin û emeliyatên tên kirin ji bo jinan bikşîne xetekî ye û anîn ziman ku divê jin ji van yekan nexapin.
Laşê wê zirerê dît
Muna Sîdî ya 35 salî jineke karker a ji Sebhayê ye dibêje: “Ez li gorî reklamên navendeke bedewiyê çûm û min celseyên spîkirina laş gelekî buha da çêkirin. Lê belê min dît ku encamên wê tenê demkî ne û piştî çend mehan laşê min zirar dît. Wan min pê dan bawerkirin ku ez ê 3 pileyan ji rengê laşê xwe spîtir bibim. Min dît ku pereyên min vala vala çûn û pêwîstiya min bi dermankirina tibî heye, ji bo ku ji ziraran xilas bibim.”
‘Divê armanc başkirina cureya jiyanê be’
Parêzer Fatma Kadir a 35 salî dibêje ku wê emeliyateke biçûk ji bo rakirina cihê birînekê li ser rûyê xwe çêkiriye û wiha got: “Vê emeliyatê baweriya min li min vegerand. Divê armanc başkirina cureya jiyanê be.”
‘Bedewbûn berî her tiştî bi baldariya tendurist destpê dike’
Mamosteya fêrkirina taybet Raniya Ehmed, celseyên qeşartin û baldariya bi rû çêdike û dibîne ku ev gavên avêtine, alîkariya wê ji bo parastina teşeyê wê kiriye, bêyî ku guhertinên ji kok de çêke û wiha got: “Ez bawer im baldariya bi rû û istîsmarkirina di prodaktên xwedî kalîteyeke baş, ji her jinekê re girîng e. Bedewbûn berî her tiştî bi baldariya tendurist destpê dike."
‘Armanca reklaman firotina berheman e’
Emîre Şehaa ya 33 salî ku ji Sebhayê ye dibêje ku piştî pisporên li ser torên medya dîjîtal şopandiye, wê jî dest bi bikaranîna berhemên baldariya bi rû kiriye û wiha got: “Lê belê min dît ku gelek ji berhemên min kirine, bê sûd bûn. Bedewbûn beşek ji jiyana me jinan e, lê belê piştre min fêm kir ku piraniya reklamên em dibînin, armanc dikin prodaktan bifroşin, heta bê sûd be jî. Niha ez li awayên hîn xwezayî digerim ji bo li rûyê xwe miqate bim.”
‘Her jinek pêwîstiya wê bi rûtînek heye’
Mamosteya ji bajarê Obarî Fatma El Şiêbî ya 38 salî anî ziman ku bedewbûn ne şerm e, ger di sînorekî ber bi aqil ve diçe de be. Fatma diyar kir ku wê bi xwe emeliyatên bedewbûnê çênekirine, lê belê bi amûrên xwezayî li xwe dinêre. Fatma got “Ez dibêjim qey her jinek pêwîstiya wê bi rûtînek heye.”
‘Armanca wan a sereke firotina berhemên xwe ye’
Bijîşka bi navê Werde El Cerah destnîşan kir ku jin di xwezaya xwe de ji baldariya bi xwe hez dike, lê belê şirketên bedewbûnê balê dikşînin ser veguherandina wê ya ber bi hêmanek sereke bi riya guhertina pîvanên bedewbûnê. Werde wiha got: “Armanca sereke ya van şirketan ew e ku berhemên xwe bifroşin, ne ku dixwazin jinan xurt bikin an jî baweriya wan bi wan zêde bikin. Divê bedewbûn bi rûtîneke tendurist destpê bike, ne ku teşe bi temamî were guhertin.”
‘Îstismarek madî ya ecêb heye’
Rojnamevan Rîmas El Qesam jî nerîna xwe wiha parve kir: “Klînîkên bedewbûnê carnan rolên erênî dilîzin. Bi taybetî di rewşên pêwîst de mîna brîndarî yan xirabûna zêde ya rû. Lê belê mixabin istîsmarek madî ya gelek ecêb heye. Ji ber ku ji emeliyatên ne pêwîst re propoganda dike. Divê jin bizanin ku bedewbûna rast ji rih û kesayetê tê, ne tenê ji rû.”
‘Kapîtalîzm naveroka bedewbûnê guhertiye’
Rojnamevan Necwa El Zewî jî anî ziman ku li gor wê zirara berhemên bedewbûnê ji zirara emeliyatên bedewbûnê kêmtir e û wiha got: “Kapîtalîzmê gelek bandor li têgeha bedewbûnê kiriye û hiştiye gelek jinên li welatên pêşketî, bişibin hev. Bedewbûna xwezayî dûrî van guhertinan a herî baş e.”
Pîvanên ne rast ên bedewbûnê
Rojnamevan Meniye Bin Ehmed got ku şirketên bedewbûnê yên cîhanî pîvanên bedewbûnê ne rast danîne û wiha pê de çû: “Mîna xwespartina Botoks û Filerê. Ev pîvan tenê alavên îstismarkirinê ne. Ji bo ku jinan bixapînin û firotina tiştên xwe zêde bikin. Bedewbûna tam tuneye. Bedewbûna rast, ji hundir destpê dike. Ji baweriya bi nefs û rih ve.”
‘Divê sînorên bedewbûnê hebin û veneguhere pirsgirêkên derûnî’
Pispora çerm Mebrûka Şerîf diyar kir ku navendên bedewbûnê ne dijminên jinan e, şirîkên baldariya bi rû ne, lê ger ku xizmetên wê bi rengekî normal werin bikaranîn. Mebrûka wiha got: “Divê sînorên bedewbûnê hebin û veneguhere pirsgirêkên derûnî. Di asta yekê de nexweşiyên çermî werin dermankirin, berî ku mirov berê xwe bide bedewbûnê. Rola me ew e em alîkariya jinan bikin, ji bo rûyê xwe bi rengekî tendurist û xwezayî biparêzin."
‘Girîng e jin bizanibin bedewiya wan ne pîvaneke yekê ya sabît e’
Pispora civakî Leyla Mesûd jî destnîşan kir ku jin îro di bin zexteke mezin a civakê û torên medya dîjîtal re derbas dibe. Leyla wiha got: “Ji ber rûyekî tam û ne rast ji bedewbûnê derdixin pêş. Ev yek hestê kêmbûnê li cem gelek jinan çêdike û dihêle li çareseriyên di prodakt û emeliyatên bedewbûnê de bigerin, heta ne pêwîst be jî. Di gelek rewşan de ev hewldan vediguhere wasewasek, dibe ku pirsgirêkên derûnî çêke. Mîna kêmbûna baweriya bi nefsa xwe, heta bi nakokiyên stresê û deprasyonê. Girîng e jin bizanibin bedewiya wan ne pîvaneke yekê ya sabît e, lê belê mîksek ji kesayeta wê û baweriya wê bi wê û derûnî û fîzîkiya wê ye. Divê ragihandin û civak rolên erênî di xurtkirina fikra bedewbûna xwezayî de bilîze, li şûna danîna pîvanên bazirganî yên ne pêkan.”