Pêşkêşvana Misirî Înas el-Leysî jiyana xwe ji dest da
Pêşkêşvana Misirî Înas el-Leysî, piştî rakirin nexweşxaneyê, ji ber ketina asta tevgerkirina xwînê jiyana xwe ji dest da. Ji bo kontrolkirina rewşa tenduristiyê beriya demekê çûbû derveyî welat.
Navenda Nûçeyan – Pêşkêşvana Misirî Înas el-Leysî, yek ji navên di demên dawî de di medyayê de derketî pêş bû. Bi xebatên radyoyê dest bi pîşeya xwe kir, her wiha ceribandina wê ya lîstîkvaniyê heye û bi bernameyên çêkiriye jî xîtabî gireseyek berfireh kir.
Pêşkêşvana Misirî Înas el-Leysî, îro 28’ê Sibatê roja şemiyê, jiyana xwe ji dest da. Înas el-Leysî, bû yek ji navên ku bi ûslubê xwe yê aram û sekna xwe giran, li ser şaşeyên Misirê dihat nasîn. Xebera wefata wê di nava hevpîşe û temaşevanan de xemgîniyek mezin ava kir, di platformên medyaya dijîtal de hevpîşe û kesyetan peyamên sersaxiyê parvekirin.
Derbarê sedemê wefata wê de, kesek nêzî Înas el-Leysî diyar kir ku di tevgerkirina xwînê de kêmbûn çêbû û li ser vê bi lezgîn rakirin nexweşxaneyê û tevî hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da. Bi armanca kontrolkirina rewşa tenduristiyê beriya demekê çûbû derveyî welat û ji testên cûda yên tibî re derbas bûbû.
Înas el-Leysî gelek bernameyên ku mijarên civakî û çandî digre dest pêşkêş kir. Bi disiplîn û dilsoziya xwe ya bi pîşeya xwe dihat nasîn. Ev jî hem rêzadariya temaşevanan û hem jî baweriya saziyên medayayên yên têde di xebitî qezenc kiribû.
Înas el-Leysî pişeya xwe ya destpêkê wek pêşkêşvana radyoya Panorama FM destpê kir. Piştre derbasî Televizyonê bû, li ser şaşeya MBC Misir, bernameya ‘Ahsan Nas’ pêşkêş kir. Piştre derbasî Kenala El Mehvar bû û bernameya ‘Et-Tabîb’ amade kir û pêşkêş kir. Di qada lîstikvaniyê de ceribandin qezenc kir. Di rêzefîlma Mamlakat Yusuf el-Magribi rol girt û di bernameya Seyyid Ebu Hafiza karekterên cûda kir mêhvanên xwe û di dema dihat weşand de xwe gihand beşek berfireh a temaşevanan.