‘Pergala tendirustiyê li El-Faşêr hilweşiya’

Li bajarê El-Faşêr ji ber zêdebûna bûyerên şîdetê, Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê, êrîşên li ser saziyên tendirustiyê tên kirin bi taybetî êrîşa ku li ser Nexweşxaneya Zayînê Suûdî hat kirin û ji 460’î zêdetir mirov mirin şermezar kir.

Navenda Nûçeyan – Di rojên dawî de li El Faşêr bûyerên bi şîdet her diçe dijwartir dibin û ev yek jî krîza mirovî kûrtir dike. Li bajar hema bibêje pergala tendirustiyê bi tevahî hilweşiyaye, li herêmê her diçe krîz û felaketa mirovî dijwartir dibe.

Di êrîşa li ser nexweşxaneyê de bi sedan nexweş û kesên li ban wan diman hatin kuştin

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê, di daxuyaniya îro de ragihand ku di êrîşa beriya çend rojan li ser Nexweşxaneya Zayînê Suûdî ya li El-Faşêrê de ji 460’î zêdetir nexweş û kesên li wan mane hatine kuştin, şeş xebatkarên tendirustiyê hatine revandin.

Di mehek de şeş personelên tendirustiyê hatin revandin

Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku vê bûyera trajîk, bi krîza li bajar a ku her diçe kûrtir dibe ve girêdayî ye û hat gotin ku ji ber şîdeta zêde dibe, mercên jiyanê yên xirab dibin û belavbûna nexweşiyan, gelek kesên sivîl ku di navbera wan de zarok jî hene hatine kuştin, pergala bajar bi temamî hilweşiyaye û wiha hat gotin: “Di 26’ê Cotmehê de tekane saziya tendirustiyê ya ku li El-Faşêrê dixebite, Nexweşxaneya Zayînê ya Suûdî di nava mehek de cara çaran rastî êrîşê hat. Di êrîşê e hemşîreyek mir, sê xebatkarên tendirustiyê birîndar bûn. Piştî du rojan şeş personelên tendirustiyê yên di navbera wan de çar bijîjk, hemşîreyek û dermanfiroşek hebûne hatin revandin.”

 Li gorî raporan, di nava nexweşxaneyê de ji 460’î zêdetir nexweş û kesên li ba wan mane hatine înfazkirin û komkujiyek hovane çêbûye.

Ji dema pevçûnan destpê kiriye ve heta niha 46 xebatkarên tendirustiyê hatin kuştin

Ji dema ku li El-Faşêrê pevçûna dest pê kirine ve heta niha, 46 xebatkarên tendirustiyê yên di navbera wan de mudurê asta yekem ê Wezareta Tendirustiyê yê eyalete jî di nav de hatine kuştin, 48 kes jî birîndar bûne. Aqubeta sê xebatkarên saziyên civaka sivîl jî hê nayê zanîn.

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê, êrîşên ku li ser saziyên tendirustiyê dubare dibin bi tundî şermezar kir, bang kir ku rêzê nîşanî destnadana xizmetên tendirustiyê bidin û ewlehiya xebatkarên tendirustiyê pêk bînin.

Bi sedhezaran kes neçarî koçberiyê bûn

Hê jî li El-Faşêrê ji 260 zêdetir kes di bin dorpêçê de ne; ne xwarin ne ava paqij ne jî xizmetên tendirustiyê hene. Ji ber şîdeta ji ber şîdeta zêde dibe, di rojên dawî de nêzî 28 hezar kes ji El-Faşêrê reviyan; ji wan 26 hezar li herêmên gundear, 2 hezar jî ji Tuvaylayê bi cih bûn. Di roj û hefteyên li pêşiya me de tê texmînkirin ku ji 100 hezarî zêdetir kes dê koçberî Tuvaylayê bibin. Van kesan, berê ji El Faşêr û derdora wê reviyabûn, bi 575 hezar kesan re dema werin ba hev dê hejmar pir zêdetir bibe. Kesên ku koçber bûne zêdetirî wan jin û zarok in û di warê bicihbûn, parastin, xurek, avê û xizmetên tendirustiyê de kêmasiyên zêde hene.