Ji ber nebûna bînesaziyê li Taîzê sê xwîşk mirin

Li bajarê Taîz sê xwişkên ji bo avê bigirin çûbûn bendavê, xeniqîn.

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Cebel Habşî ya rojavayê bajarê Taîz ya Yemenê, îro bûyerek din a trajîk hate jiyîn. Li gundê El- Barha ya girêdayî herêma Eş-Şurace sê xwişkan, dema ji bo avê bînin çûn bendavê di bendavê de xweniqîn.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, yek ji sê xwişkên ku temenê wan dibin 10 salî de, dema avê dadigre kete bendavê. Herdu xwişkên din dema xwestin wê rizgar bikin ketin avê, lê belê her sê jî xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan.

Tevî hemû hewldanên gundiyan, ev trajedî nehate kontrolkirin. Ev bûyer carek din rastiya bi êş a ji ber nebûna xizmeta bingehîn û projeyên avê li herêmê radixwe ber çavan.

Banga tedbîran hate kirin

Aktivîstên xwecihî sersaxî ji malbatê re xwestin, bang li rayedaran kirin ku ji bo ev trajedî dîsa dubare nebin, divê çareseriyên mayînde pêşbixin.

Ev cûrên bûyerên li herêmên gundewar ên Yemenê her tên jiyîn. Di dîroka 19’ê Çileyê de li gundê El-Magrîbe ya girêdayî herma Ahcul ya wîlayeta El-Mahwît, sê jinên ku hewl didan avê bînin cardin di bendavekê de xweniqîn. Bûyer piştî ku jina yekê kete, ên din jî hewl dan wê rizgar bikin, lê belê rastî heman aqubetê hatin. 

Her wiha di 23’ê Tebaxa 2024’an de, li bajarê El-Dali yê başûrê Yemenê sê keçên di navbera 13-14 salî de, dema hewl didan alîkariya hev bikin, ketin bendavê û xeniqîn.

Ev bûyer carek din kêmaniya bînesaziyê, xwegihandina ava paqij, ji bo jin û zarokên Yemenê encamên mirinê bi xwere tîne raxist berçavan.