Komîsyon dê guhdarî du wezîran bike
Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê, wê di civîna xwe ya îro de guhdarî Wezîrê Karê Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç bike.
Enqere – Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclîsê hatiye avakirin, wê îro di civîna xwe ya 16’yemîn de guhdarî Wezîrê Karê Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç bike.
Komîsyon dê guhdarî pêşkêşiya Hakan Fîdan bike, di saeta 13:00’an jî guhdarî pêşkêşiya Yilmaz Tunç bike.
Berê jî civîna destpêkê ku MÎT û wezaret beşdar bûne, bi awayek girtî hate meşandin. Civîna îro jî wê girtîbe an ne wê bi dengan biryar bê dayîn.