Li dijî sekinandina xebatên komeleyên jinan ên li Tûnisê bertek
Seroka Yekîtiya Jinên Neteweyî ya Tûnisê Radhîa Jerbî, sekinandina xebatên Komeleya Jinên Demokratîk şermezar kir, diyar kir ku rola komeleyê, beriya kampanyaya têkoşîna navneteweyî ya li dijî tundiya li ser jinan a Neteweyên Yekbûyî hebû.
NEZÎHA BO SEÎDÎ
Tûnis - Di rojên dawî de Tûnis bi nûçeya sekinandina xebatên Komeleya Jinên Demokratîk hejiya. Ji vê yekê saziyên mafên mirovan û foruma mafên civakî û aborî bi heman awayî bi bandor bûn. Rêxistinên weke Yekîtiya Jinan, Sendîkayên Karkeran, Yekîtiya Cotkaran, ji qutkirina bexşên ku di salên dawî de didan wan, gilî dikin.
Seroka Yekîtiya Jinên Neteweyî Radhîa Jerbî têkildarî mijarê wiha got: “Beriya du rojan nûçeyên ku hinek komele hatine sekinandin belav bûn. Di destpêka van de Komeleya Jinên Demokratîk ku di sala 1980’an de hat damezirandin tê. Weke jinek xebatên di civaka sivîl de ku ji aliyê jinan ve tên meşandin gelek girîng dibînim. Ji ber jinên di cîhana Ereb û Tûnisê de, heta jinên gelemperî cîhanê hê zincîra herî lawaz a civakê ne. Ji ber vê ji bo bihêzkirina mafên xwe pêwistî hê zêdetir xebat û destekê heye.”
‘Divê komele xebat bide meşandin’
Radhîa Jerbî da zanîn ku jin li hemû welatan rastî heman zorî û binpêkirinan tên û got: “Ji ber vê yekê her saziya ku der barê jinan de dixebite, ji bo me destkeftiyek e. Komeleya Jinan a Demokratîk di destpêkê de xwedî bingeheke elît e, Yekîtiya Jinan a Neteweyî rêxistinek e xîtabî girseyek berfireh dike. Lê belê pêwistiya beşên elît ji bi parastinê heye. Komele weke rewşa jinên gundewar di salên dawî de, balê dikşînin ser gelek mijarên ku jinan eleqedar dikin. Ji ber mafê komelyê yê hebûnê heye. Divê endamên wê di qadên ku ji bo xwe guncaw dibînin de bikaribin xebatan bidin meşandin. Ev nayê wê wateyê ku ziyanê bide kolemeyek din an jî mafên jinan.”
Radhîa Jerbî anî ziman ku sekinandina xebatên komeleyê, bi taybetî di destpêka meha Mijdarê de beriya ‘Kampanyaya navneteweyî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan’ de windahiyek mezin e û da zanîn ku bi Komeleya Jinên Demokratîk re di nave piştevaniyê de ne.
Sekinandin ziyanê dide jinên mexdûrên tundiyê
Radhîa Jerbî zagona nû ya komeleyan vesaz dike rexne kir û destnîşan kir ki tevî dosya ji wezareta karên hundir dewrî serokatiyê kirine wek geşedenanek erênî ye jî zagon di valahiyek ku ziyanê dide rêxistinên jinan de ye.
Zagona berê ya hejmar 59’an, komele li gorî qadên pispor dabeş kir , biryara hejmar 88’an a 2011’an avabûna komeleyan asan kir. Ev rewş rê li ber zêdebûna di hejmara komeleyan de, hinek komele tevlî xebatên terorê û gelek sazî fonên biyanî yên bê kontrol vekir. Radhîa Jerbî da zanîn ku êdî di mijarên wek ‘zayenda civakî’ de komeleyên demkî ku tenê di demên pêvajoyên fonê de bi xebitin derket holê û got: “Li gorî biryarnameyê, komeleyên ku fona biyanî digrin, divê di nava mehekê de ji sekreteriya giştî a hikumetê re ragihîne. Lê belê piştî kampanyaya têkoşîna li dijî gendeliyê ya di 25’ê Tîrmehê de, herçend çavkaniya fonan hate lêpirsînkirin. Kontrolek raste rast nehate kirin. Bêyî agahiyekê hişyarî ji komelyê re tê şandin, bersîv nede xebatan di sekînine û ger rewşê sererast neke tê fesihkirin.”
‘Ji bo parastina mafên jinan pêwistî bi destekek berfirehtir heye’
Radhîa Jerbî da zanîn ku ew hêvî dikin rewşa Komeleya Jinên Demokratîk were çareserkirin û xebatên xwe bidomînin û got: “Komele di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de sûdek mezin daye, di xistina meriyetê ya zagona hejmar 58’an de rol lîstiye, desteka bicihbûn û navenda rênîşandanê daye jinên mexdûrên tundiyê, xebatên hişyarî û lêkolînê dane meşandin. Em ji rewşa jinên ku ji van navendan sûd girtine bi fikar in. Divê mafê hişyariya duyem bidin komeleyê. Ji bo parastina mafên jinan pêwistî bi destekek berfirehtir heye. Şertên zor û civakê yên li Tûnisê, wisa kiriye ku jin rastî bêkarî, kedxwarî û tundiyê werin. Heta hinek rewş weke koletiya modern hatiye nirxandin. Her krîza siyasî nîqaşên li ser zagona Rewşaa Kesane (1956)’an carek din gur dike. Di nava van de pirzewacî, hevberdana bi riya noter û mijarên wek rakirina nefeqeyê careke din hatin rojevê. Ev jî gefê li destkeftiyên ku jinan bi salan e bi dest xistine dixwe. Li dijî gendeliyên şoreşê, tevgereke siyasî, encax guherînek zîhnî û çandî neaniye. Hinek komên ku piştî şoreşê hatine, hewl dan fikrên berê yên paşverû careke din zindî bikin. Ez bi xwe jî li dijî vê têdikoşim.”
‘Divê hemû komele bi hev re bixebitin’
Radhîa Jerbî diyar kir ku rewş nîşan de ku di rewşa jinan de paşketin heye û rêjeya hevberdana di navbera jinên nû zewicîne de mînak nîşan da û got: “Ev hevberdan ji ber sedemên aborî, kedxwariya zayendî, ji malbatê qutbûn û tundiyê tên jiyîn. Ji bo başbûna rewşa jinan divê hemû komele bi hevkarî bixebitin. Em bi hêvî ne krîza girtina Komeleya Jinên Demokratîk di demek nêz de çareser bibe.”
‘Rewş nehatiye guhertin’
Radhîa Jerbî, destnîşan kir ku Yekîtiya Jinên Neteweyî ji 2017’an heta niha di destekgirtina ji dewletê de zorî dikşîne û got: “Tevî hinek salan bexş di rojnameyên fermî de dihat ragihandin û sala borî bi biryarnameyek taybet pêvajoya razandinê hat asankirin, hê fon nehatine dayîn. Ji sala li pêş bi gotinî ji wan re hatiye gotin ku wê bexş neyê dayîn. Ev zêdeyî sê salan e, tu destek negirtine, me xwest hejmarê dabixin ji çaran sisê lê belê rewş nehatiye guhertin”.
‘Divê rêz li saziyên jinan bê girtin’
Radhîa Jerbî diyar kir ku krîza fînansî ne tenê yekîtiya jinan, bandorê li Yekîtiya Cotkaran û Sendîkaya Karkeran kiriye û got: “Ev saziyên ku di avakirina welat û hikumetê de rol lîstine, bi taybetî rêxistinên ku di dema mêtingeriyê de têkoşiyane divê rêz ji wan re bê girtin.”
Herî dawî Radhîa Jerbî rola wezîra jin lêpirsîn kir û got: “Yekîtiya Jinan, hemû jinên li Tûnisê, heya jinên profesyonel ên karkerên çandiyê û heta pirsgirêkên hemû zarokan bi tena serê xwe dikarin çareser bikin?.”
Her wiha Radhîa Jerbî rexne kir ku her saziya der barê jinan de tevî yekîneyek wan heye, li gel wezaretê koorîdînasyona pêwist ava nekiriye.