Tîma Neteweyî ya Jinan a Îranê bû şampiyon
Sporvanên jin ên Îranî bi serkeftina di Şampiyoniya Ciwanên Asyayê de bi ser ketin û îmze avêtin bin rûpelên nû.
 
					Navenda Nûçeyan – Tîma Fûtbola Jinan a Neteweyî ya Îranê, ku li Behreynê hat lidarxistin de Şampiyoniya Ciwanên Asyayê 2025 de îmze avêt bin tişteke nû û bû şampiyan.
Lîstika fînalê ya 29’ê Cotmehê roja Çarşemê hat lîstin. Maça ku dema wê ya normal bi wekheviya bê gol bi dawî bû, ber bi penaltiyan ve çû, Îranê li pey xwe hişt û bû şampiyon.
Di tevahiya tûrnuvayê de Îran, bi komên ji Hong Kong, Behreyn û Çinê re lîst; bi giştî pênc serkeftin û yek jî wekhev bi dest xist, bû şampiyon.
Vê serkeftinê, pêşketina futbula jinên Îranê nîşan da, ji bo sporvanên nifşên nû jî ji aliyê parzemîn û navneteweyî ve deriye serkeftinên nû vekir û weke motîasyonek girîng tê nirxandin.
