Pêdiviya Sûriyeyê jî weke Tirkiyeyê bi komareke demokratîk heye

Rêvebera Kongra Star a bajarê Til Temirê Sena Tamir li ser nirxandinên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Adarê ya DEM Partiyê parve kir, got ku ne tene Tirkiye pêdiviya Sûriyeyê jî bi komareke demokratîk heye.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) der barê hevdîtina xwe ya di 27’ê Adarê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirin, daxuyaniyek nivîskî weşandin.

Rêvebera Kongra Star a bajarê Til Temirê ya Kantona Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê Sena Tamir li ser mijarê ji ajansa me re nirxandin kir.

Qezenckirina derfeta dîrokî

Sena Tamir got ku ew di vê qonaxa nazik de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarê avabûna komara demokratîk pir girîng û erênî dibînin û wiha berdewam kir: “Îro derfeteke dîrokî heye divê em baş qezenc bikin da ku em derbasî qonaxa Aştî û Civaka Demoaktîk bibin. Çimkî komara demokratîk hemû netew, etnîk û mezheban dihewîne û maf, nasname û çandên wan diparêze.”

Li dijî komara netewperest komareke demokratîk

Sena Tamir da zanîn ku komara demokratîk netewperestiyan têk dibe û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Li dijî komara netewperest ancax komara demokratîk bi ser bikeve. Çimkî komara demokratîk armancên Rêber Ocalan pêk tîne û demokrasiyê misoger dike. Em dibînin li Îranê çi diqewime, ev ji bo Tirkiyeyê ku xwe tenê dibîne û gelên din binpê dike jî derbasdar e. Ger Rojhilata Navîn demokratîk nebe ne mumkin e parçe jî nebe.”

Temînat

Sena Tamir got ku çareyeke din û pijarteyek din tune ye ji Tirkiyeyê re û wiha got: “Tu çareyek din tune ye divê ku Tirkiye banga Rêber Ocalan bi awayekî zagonî pêk bîne. Civaka demorkatîk temînatan dixwaze û aştiyeke bê temînat ne pêkan e.”

Gihîştina civakeke azad bi azadiya jinan pêkan e

Sena Tamir bi bîr xist ku beşdarbûna komarê divê li ser bingeha nasname, azadiya fikir, azadiya rêxistinbûnê û azadiya jinan be û wiha sedema wê anî ziman: “Rêber Apo di serî de girîngiyê dide azadiya jinan û rêxistinbûyîna wan. Lewre ger em negihîjin azadiya jinan wê gihîştina azadiya civakê dûr be. Ji bo gihîştina civakeke azadkirî divê em pir li ser azadiya jinan bixebitin. Ji lewre Komara Demokratîk bi azadiya jinan, rastfêmkirina têkiliya jin û mêr, wekheviya herdu zayendan û li ser hevparbûnê demorkatîk dibe, bêyî wê tu wateya demokrasiyê tune ye.”

Divê jin ji pêvajoya aştiyê û proseya entegrasyonê neyên dûrxistin

Sena Tamir bal kişand ser proseya entegrasyona di navbera QSD û Şamê de, girîngiya hebûna nûnerên jin û doza jinan li ser maseya danûstandinan û wiha got: “Rêber Apo tekezî li ser azadiya jinan û rêxistinbûyîna wan di veguherîna pêvajoya demokratîk de kiriye ji lewre hewce ye rola jinan neyê paşguhkirin û jin neyên dûrxistin. Çi pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê be û çi proseya entegrasyona li Sûriyeyê, pêwist e jin neyên dûrxistin û bi awayekî bihêz di nav danûstandinan de amade bin.”

Nebûn û dûrxistina jinan ji maseyên danûstandinan

Sena Tamir Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi bîr xist û got ku jinên Kurd, Ereb, Aşûr û Suryan bi hev re pêşengî ji şoreşê re kirine, gelek destkeftiyên girîng bi dest xistine û wiha domand: “Em ê dûrxistina jinan ji navendên biryarê û maseyên lihevkirinan nepejirînin. Jinan ked da, bedelên giranbuha bê dudilî dan, pergal ava kirin û jiyana civakî bihêz kirin. Çawa dibe ku ev hemû destkeftî di serdema Rêveberiya Xweser de nayên dîtin? Esas divê jin vê pêvajoyê birêve bibin.”

Pêwîstiya Sûriyeyê jî mîna Tirkiyeyê bi komareke demokratîk heye

Sena Tamir da xuyakirin ku mafên jinan û temînata ji bo îradeya wan di destûra Sûriyeyê û proseya entegrasyonê de nayê taloqkirin, daxwaz ji aliyên danûstandinan dikin kir ku dosyayê bi awayekî zelal nîqaş bikin. Sena wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger mafên jinan neyên nivîsandin û destûr neyê guhertin wê hebûna jinan li Sûriyeyê were jibîrkirin. Çima bendên ku rol û berpirsyariyên jinan diyar dike di destûrê û hevpeymanê de tune ne? Pêwîstiya Sûriyeyê jî mîna Tirkiyeyê bi komareke demokratîk heye.”