Ji bo fêrbûna Kurdî: Kurdolîngo di weşanê de ye!

Kurdolîngo, ji bo kesên ku dixwazin fêrî zimanê kurdî bibin hat bipêşxistin, her wiha wekî platformek dîjîtal dest pê kiriye û ji bo hêsankirina gihîştina zaravayên Kurmancî, Soranî û Kirmançkî meteryalan pêşkêş dike.

Navenda Nûçeyan – Kurdolîngo, bi armanca çareserkirina pirsgirêka gihîştina çavkaniyên dîjîtal ên bi kalîte ji bo kesên ku dixwazin fêrî zimanê Kurdî bibin, bi naverokeke berfireh bi sê zaravayên sereke dest pê kir. Platforma, ku materyalên fêrbûna ziman bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Kirmançkî pêşkêş dike, naverok û amûrên taybetî yên Kurdî pêş dixe, berovajî sepanên kevneşopî. Kurdolingo, naverokên cihê reng pêşkêş dike, ji dersên zindî û kursên deng û dîmen bigire heya berhemên wêjeyî û beşek bi naveroka ji bo zarokan, bi armanca xurtikirina hebûna Kurdî di cîhana dîjîtal de bi amûrên nû yên bi hêza mejiyê çêker.

Naverokê perwerdê tê de berfireh e

Malpera Kurdolîngo metryalên fêrbûna ziman ji bo axaftina  bi zimanê Tirkî û Îngilîzî pêşkêş dike, her wiha abonetiyên dersên zindî û kursên deng û dîmen jî pêşkêş dike. Bi naveroka ku ji bo astên cûda amade ye, platform derfetên fêrbûnê hem ji bo kesên nû destpê dikin, hem jî ji bo kesên ku dixwazin jêhatîyên xwe yên zimanê Kurdî baştir bikin peyda dike.

Ji zimanên cuda naverokên dewlemend dihewîne

Platform her wiha wergerên Kurdî yên berhemên nivîskarên wekî George Oryolll, Virjiniya Woolf û Franz Kafka di formatên PDF û pirtûkên bi deng de pêşkêşî bikarhêner dike. Naveroka ji bo zarokan wêjeyên bêhempa yên wekî Peter Pan, Pînokyo û Mîrê Biçûk dihewîne.

Amûrên dîjîtal ên bi hêza mejiyê çêker ji bo zimanê Kurdî

Armanca Kurdolîngo ewe ku bi amûrên li ser bingeha mejiyê çêker bi karanîna zimanê Kurdî di qada dîjîtal de xurt bike. Di vê çarçoveyê de, tê plankirin ku di demek nêz de gelek sepanên nû li platformê werin zêdekirin.

Amûrên ku ji bo pêşveçûnê hatine plankirin ferhengek dîjîtal a pirzimanî, serlêdanek kartên fêrbûnê, ezmûn, dersên otomatîk, amûrên sererastkirina rastnivîsê û pergalên wergerandina pirzimanî ne. Wekî din, amûrên ji bo veguherîna di navbera alfabeya Erebî û Latînî de jî têne plankirin ku di platformê de werin entegrekirin. Kurdolîngo armanc dike ku ji bo bikarhênerên ku dixwazin bi vê naverokê û van amûran Kurdî fêr bibin, qadeke fêrbûna dîjîtal a berfireh biafirîne.

Kurdolingo niha li benda xwendekarên xwe ye.