Gelê Şengalê bi boneya 4’ê Nîsanê pîrozbahiyek li dar xist
4’ê Nîsanê li Şengalê bi dirûşma ‘Rojbûna te rojbûna me ye’ hat pîrozkirin.
Şengal – Di pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî de îro li Xanesora Şengalê li parka Şehîd Dijwar bi boneya 77’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîrozbahiyek hat lidarxistin. Gelek kesan bi beşdariya xwe eleqeyeke mezin nîşanî pîrozbahiyê da.
Beriya pîrozbahiyê li Navenda Sitiya Nexşa ji aliyê Şengaliyan ve ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dar hatin çandin.
Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Neam Bedel li ser wate û girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo civaka Êzidî axaftinek kir. Di destpêka axaftina xwe de 4’ê Nîsanê li Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê pîroz kir û bahsa destkeftiyên Şengalê ku bi saya vê tevgerê û gerîlayên azadiyê çêbûne kir. Dîsa daxwaza gelê Êzidî ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dubare kir.
Di berdewamiya pîrozbahiyê de di pêşengiya mamosteyên Dibistana Şehîd Xêrî Qoro ku dibistana Kurdî ya Şengalê ye ji bo zarokan pêşbirk hatin lidarxistin.
Koma Hêviyên Şengalê ya Sitiya Nexşa ku ji zarokên Şengalê pêk tê, bi stranên xwe beşdarî vê pîrozbahiyê bû.
Pîrozbahî bi gerandina govendê û avêtina dirûşman berdewam dike.